REQA – Di çarçoveya çalakiyên kampanyaya KOM BIBE ya ku di 7ê Cotmehê de hatiye destpêkirin, bi dehan jinên ciwan ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê îro li Reqqayê meşek girseyî li dar xistin. Çalakî ji bo piştgiriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, hate lidarxistin.
Meş ji ber Nexweşxaneya Zarokan a berê dest pê kir û heta Qada Jinên Azad a bajarê Reqayê berdewam kir. Jinên ciwan, bi dirûşme û pankartan daxwazên xwe yên ji bo aştî û azadiyê anîn ziman.
Nur El Hesen, li ser navê jinên ciwan axivî û diyar kir ku Rêber APO ji sala 1999an vir ve di bin tecrîd û îşkenceya dijwar de ye. Nur El Hesen got, “Tevî hemû zilmê, Rêber Apo qet teslîm nebû. Vîzyona wî ya aştî û civakek demokratîk bûye têkoşînek ku di nav gel de bûye jiyan.”
Hesen bal kişand ser berxwedana jinên ciwan û got, “Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.” Wê her wiha bal kişand ser berpirsiyariya Dewleta Tirkiyeyê ya beşdarbûna di pêvajoya aştiyê de.
Meş bi sloganan bi peyamên aştî bi dawî bû.


