QAMIŞLO – Turnoveya Şehîd Nûredîn Sofî ya Futbolê, bi maça fînal a di navbera tîma Ciwanên Şoreşger û tîma Serdemê de ya HSD bi dawî bû. Turnove ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Werzîşê yên Cizîrê li Lîstokgeha Şehîdên 12’ê Adarê hat lidarxistin. Di vê turnoveyê de, tîmên gelek saziyan beşdar bûn.
Tîma Serdem bi encama 6-5 lîstok bi serxist, pîleya yekemîn bidest xist û bû şampyon.



