KOBANÊ – Turnoveya satrancê ya Şehîd Çiya Rizgar îro sibehê li hola Şehîd Mesûd Îbrahîm ya bajarê Kobanê dest pê kir.
Turnuve bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Hevserokê Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bozan Berkel, û nûnerên Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Turnove wê du rojan berdewam bike.
Pênc tîm ku nûnertiya kantonên cûda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin beşdarî turnuvayê dibin: Tîma Reqayê; Tîma Tebqayê; Tîma Kobanê; Tîma Cizîrê; Tîma Dêra Zorê



