NAVENDA NÛÇEYAN- Agahî ji 4 ciwanên ku ji gundewarê Siwêdayê ne, berê xwe dabû Şamê, qut bûn. Malbatên ciwanan û şêniyên Siwêdayê tirsiyane ku ew ciwan hatine revandin.
Ciwanê bi navê Seid Meşarî El Şofî, Şadî Qeblan El Şofî û Murad Nayil El Şofî ji gundê Sema El Berdan ê Siwêdayê ne. Bi wan re ajokar Fadî Xêr ji bajarokê Melih hebû.
Li gorî agahiyan, ciwanan berê xwe dabû Lubnanê û ji dema derketine ve û heta niha têkilî bi wan re qut bûye.



