KOLN – Li bajarê Koln ê Elmanyayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) derbarê Meşa Dirêj a ku dê di 9ê Îlonê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO were lidarxistin, standeke agahdariyê vekirin.
Li ser standê, belavok agahdarkirinê yên li ser meşê hatin belavkirin, û daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Em hemû ciwanên Kurdistanê vedixwînin meşa xwe ya dirêj a 9ê Îlonê. Me amadekariyên xwe temam kirin û li benda we ne. Wekî ku Rêber APO got, me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin.”
Çalakî bi govendên helayê û dirûşmeyan berdewam kir.
Agahiyên meşê wiha ne:
9’ê Îlona 2025’an – Koln (Civîn)
10’ê Îlona 2025’an – Koln (Roja 1)
11’ê Îlona 2025’an – Düsseldorf (Roja 2)
12’ê Îlona 2025’an – Dortmund (Roja 3)
13’ê Îlona 2025’an – Dortmund (Festîvala Çanda Kurdistanê)
Têkilî:
Email: [email protected]
WhatsApp: +33647925314
Telegram: @mesadirej2025


