QAMIŞLO – Civînek bi beşdariya jinên ciwan ên Sûryan, Ermen, Ereb û Kurd ji bajarên cuda yên herêma Cizirê hat lidarxistin. Nêzîkî 60 kes beşdarî civînê bûn, li wir nirxandin li ser pêvajoya aştî û demokrasiyê hatin kirin. Civîn bi kêliyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Nûnerên her herêmê nêrînên xwe li ser xebata ku hatiye kirin parve kirin û nirxandinek li ser pêvajoyê pêşkêş kirin. Piştre nîqaş li ser rewşa rêxistinî û şêwazê hatin kirin. Beşdaran kêmasiyên heyî destnîşan kirin û soz dan ku xebata xwe xurttir bikin.
Di civînê de her wiha planên ji bo pêşeroja xebata jinên ciwan hatin destnîşankirin. Bi taybetî girîngiya çalakiyên perwerdehiyê hate tekez kirin, û biryar hate dayîn ku di vî warî de xebatek hîn dijwartir were kirin.
Di nav biryarên ku hatin girtin de xwendina manîfestoya aştî û demokrasiyê ya Rêber APO li herêmên cuda hebû.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO û Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.



