Tevgerê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev bûyer asta tevliheviya ewlehî û zehmetiyên ku welatî li Sûriyeyê dikişînin nîşan dide, ev sûc di kolanan de sînordar neman, heta derbasî malan jî bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hunermend Diyala keça muzîkjenê koçkirî Sulhî El Wadî yê damezirînerê Peymangeha Bilind a Muzîkê ya Şamê ye.
Tevgerê destnîşan kir ku ev sûc dikevin çarçoveya sûcên hovane yên li dijî zarokan û hunerê, wekî qetilkirina Tala Şofî û Xêna Hîlal û zarokên li perava Sûriyeyê.
Di dawiya daxuyaniyê de tevgerê diyar kir “Em ê lêdana li ser awaza jiyanê bidomînin û ji Yasmînê re bistêrin heta di her bihosteke xaka me de dipişkuve. Ji ber ku destê amûran lê dide nakuje.”
Di 3ˊyê Tebaxê de hunermend Diyala Sulhî El Wadî li mala wê ya taxa Malikî ya Şamê kuştî hatibû dîtin.


