DÊRA ZORÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê forumek bi beşdariya ciwanan û rêxistinên jinan li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi sernavê ′′Em ê bi rêxistinkirina ciwanan azadiya fîzîkî ya Rêber APO mîsoger bikin′ forumeke diyalogna li Dêra Zorê d li dar xist. Di forumê de bi dehan ciwanên bajêr, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.
Di forumê de 3 mijar (têgehên); desthilatdarî, dewlet û demokrasiyê hatin pêşkêşkirin.
Forum bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre belgeyen Rêber APO ser têgehên desthilatdarî, dewlet û demokrasiyê hat xwendin. Dûvre nîqaş li ser hatin kirin.
Beşdaran destnîşan kirin ku ciwan rola pêşengiyê di pêngava “Di mirovahiyê de israr, di sosyalîzmê de israr e'” de bilîzin.


