HESEKÊ – Îro li bajarê Hesekê jineke ciwan a bi navê R.E. a 19 salî, li taxa Xiwêran a bajêr bi guleyek damanceyê, ji aliyê kesekî nediyar ve hat qetilkirin. Hêzên Ewlakariya Hundirîn çûn cihê bûyerê, dest bi lêkoînê kirin.
Rêxistina Sara ya Dijî Tundiya li ser Jinan dê îro der barê bûyerê de daxuyaniyekê bide.