HELEB -Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan, meşek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate lidarxistin. Meşa ku li Meydana Zeytînê dest pê kir, li Meydana Dudiye bi dawî bû. Gelek jinên ciwan û şêniyên Helebê tevlî xwepêşandanê bûn.
Çalakvan ber bi Meydana Dudiye ve meşiyan û dirûşmeyên wekî “Azadî ji bo Rêber APO” û “Jin, jiyan, azadî” qîr kirin. Wêneyên Rêber APO û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan. Her wiha, komekî jinên ciwan bi defik û erbane tevlî meşê bûn û stranên şoreşgerî gotin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Dunya Bekir axivî û diyar kir ku di cihekî ku gelê Kurd dihat qetil kirin, îro gelê kurd bi felsefeya Rêber APO jiyan dike. Dunya Bekir di axaftina xwe ya li meydanê de bal kişand ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku hîn jî nehatiye bidestxistin. Dunya diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji bo aştiya gelên Rojhilata Navîn û rizgariya jinan pir girîng e û got “Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger nekin, em ê nesekinin”.