NAVENDA NUÇEYAN– Meclisa Ciwanan a DEM Pariyê ya Rihayê dê sibe bi rojeva “Aştî û Civaka Demokratîk” komxebatê li dar bixe.
Meclisa Ciwnanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civînên xwe yên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de didomînin. Sibê li Rihayê dê komxebata bi dirûşma “Komxebeta bi Ciwanên pêşeng ber bi civaka demokratîk ve” bê lidarxistin.
Komxebat dê li eywana Baroya Rihayê saet di 10.00’an de bê lidarxistin. Dê Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn, nivîskar Namik Kemal Dînç û endamên Koordînasyona Jinên Ciwanan a DEM Partiyê beşdar bibin.
Komxebatê dê ji 3 civînan pêk bê û rojeva sereke ya komxebatê dê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO a di 27’ê Sibatê û geşedanên piştî bangê bin.



