HESEKE – Beriya Cejna Qurbanê ku sibeh destpê dike, îro danê êvarê malbatên şehîdan û gelê welatparêz ji bo rêzgirtina pakrewanên şoreşê serdana goristanê şehîdan ya şehîd Dijwar kirin.
Şêniyên Hesekê bi serdana goristanên şehîdan, roja yekem a Cejna Qurbanê pêşwazî kirin. Malbatên şehîdan mûm li ser goreyên wan pêxistin û deqeyek rêzgirtin rawestiyan. Her wiha, gul li ser gorên şehîdan hatin danîn.