NAVENDA NUÇEYAN- Kulûba Futbolê ya Barcelonayê, tîma navdar a cîhanê ya Herêma Xweser a Katalan a Spanyayê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê projeyek “Lîga Hêviyê” dide destpêkirin.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya Weqfa Barça, projeya “Lîga Hêviyê” ku dê di 25ê Hezîrana 2025an de dest pê bike û heta Cotmeha 2026’an bidome, bi hevkariya weqfê, La Caserna, Enstîtuya Bêtundûtûjiyê ya NOVACT, UPP, Doz International, IDare û Casa Nostra Casa Vostra, armanc dike ku rasterast beşdarî zêdetirî 600 zarokên di navbera 8 û 14 salî de bibe.
ARMANC GIHIŞTINA ZÊDETIR JI 600 ZAROKAN
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku armanca projeyê ne tenê futbol e û hat gotin, “Ev proje dê ji bo pêşîgirtina li gotinên nefret û tundûtûjiyê bi pêşkêşkirina alternatîfên erênî ji bo nasname û aîdiyetê jî were bicîhanîn.” Di raporê de hat destnîşankirin ku di yekem lêkolîna meydanî de ku di meha Nîsanê de li herêmê hatiye kirin, lîstikvanê berê yê futbolê yê Barcelonayê Oleguer Presas ji bo kadroyên rahêneriyê yên dibistanên futbolê yên ku dê li Kobanê, Hesekê, Reqa, Tirbespiyê, Hewlêrê û Silêmaniyê werin avakirin, perwerde daye. Hat destnîşankirin ku di çarçoveya projeyê de, tê plankirin ku zêdetirî 600 zarokên di navbera 8 û 14 salî de beşdarî rûniştinên heftane yên futbolê bibin.
Projeya ku ji aliyê Ajansa Hevkariya Pêşveçûnê ya Katalan ve tê fînansekirin, her wiha ji aliyê beşdariyên dilxwazî yên gelek aktorên navneteweyî yên ku di warê mafên mirovan û edaleta civakî de dixebitin ve tê piştgirîkirin.