QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûner ya bajarê Qamişlo bernameyekê ji bo bîranîna her du şehîdên pêşeng ên tevgera APOYÎ, Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan lidarxistin. Bi dehan ciwanan beşdarî bîranînê bûn.
Salon bi wêneyên şehîdan hat xemilandin û ber wêneyên şehîdan mûm hatin vêxistin. Di serî de deqayek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşê hat sekinandin. Piştî wê, li ser jiyana her du pakrewanan sinevizyonekî hat temaşe kirin.