NAVENDA NÛÇEYAN- Îşkence û komkujiyên çeteyên HTŞ’ê li dijî gelê Elewiyê yê li herêmên peravê Sûriyeyê dijîn berdewam dikin. Bi dehan jin li herêmê tên revandin, kuştin an jî firotin. Cenazeyê jinekê ku îşkence lê hatibû kirin û kuştin li herêma peravê Sûriyeyê hat dîtin.
Hat ragihandin ku jineke ciwan a bi navê Abir Yunus Süleyman jî, ku ji bo biçe bazara navenda bajarê Tartusê ji gundê xwe derketibû, hatiye revandin.