MEXMÛR- Çalakiya nobetê ya li Wargeh Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin bi koma ciwanan de berdewame.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatibû destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja 668 ‘an de didome.
Merasîma dewirgirtinê li ber konê çalakiyê ya li ber nuqteya kontrole ya hêzên Iraqê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê û berdana endamên şandeya wargehê ya ku ji aliyê Iraqê ve hatine girtin, hat kirin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê di kesayeta Şehîd Alî Haydar Kaytan û Şehîd Riza Altûn de ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir. Piştî rêzgitinê li ser navê koma 130’an Polat Çelî axivî.
Polat di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku xelkê Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de ne û wiha peyîvî: “Rêber Apo di vê pêvajoyê de ji bo dewleta Tirk pêvajoyek daye destpêkirin. Li ruxmê vêya jî tecrîd û dorpêça heyî berdewam dike. Ji bo Rêber Apo tu derfet çênekirine ku vê pêvajoyê bi rêve bibe. Niha me çalakiya xwe ya ji bo Rêber Apo û çalakiya me ya ku me ji ber girtina nûnerên xwe yên ji aliyê Iraqê ve hatine girtin dikin yek û wê ji niha û şûnde çalakiya me li vêderê berdewam bike heya ku em encamekê jê bigirin.”
Piştî axaftinê çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma nû hat kirin.