DIRBÊSÎ – Li navçeya Dirbêsiyê, bi boneya nêzbûna salvegera şehadeta Hakî Karer, 18’ê Gûlanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan çalakiyan lidarxistin.
Danê sibê, Tevgera Ciwanên Şoreşger standekî pirtûkan vekir. Ciwanan wêneyên şehîd Hakî Karer, pirtûkên Rêber APO û her wiha pirtûkên li ser têkoşîna azadiyê pêşkêşkirin.
Danê êvarê jî, bi tevlîbûna dehan şêniyan, bîranînekî ji bo şehîd Hakî Karer hat lidarxistin. Di destpêkê de deqayek rêzgirtin li ser rihê hemû şehîdên şoreşê hat seknandin. Ji aliyê tevgera ciwanan qala jiyan û kesayeta Şehîd Hakî Karer hat kirin. Her wiha, di nava çalakiyê de siloganên ”Soz didim, bi xwîna we, ey şehîdên bê mirin”, ”Bê Serok jiyan nabe”, ”Jin, jiyan, azadî” hatin gotin. Piştî wê, mûm hatin vêxistn û sinevîzyonekî li ser nirxandinên Rêber APO yên li ser şehîd Hakî Karer û hemû şehîdên şoreşê hat pêşkêşkirin.