NAVENDA NUÇEYAN- Desteya Parastinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 140 ciwanên tev li Hêzên Erka Xweparastinê bûne dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê ku navê Şehîd Mihemed El Nasir lê hatiye kirin, li Akademiya Şehîd Cemal Kobanê ya li bajarokê Mensûra yê Tebqayê hatiye birêxistinkirin. Di perwerdeya ku dê 2 mehan dewam bike de dê waneyên bîrdozî û leşkerî werin dayîn.
Dewreya perwerdeyê bi hemahengiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastina û rêveberiya Akademiyên Herêma Firatê hatiye birêxistinkirin, îro bi merasîmekê hat destpêkirin. Di merasîmê de bi dehan şêniyên kantona Tebqayê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Merasîma destpêkirina perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Daîreya Hêzên Erka Xweparastinê ya Tebqayê Îlan Can axivî.
Îlan Can di axatina xwe bi xêrhatina endamên dewreya perwerdeyê kir û got: “Perwerde di vê merheleyê de girêdana bi xeta şehîdan ve nîşan dide. Hûn in ên ku dê vê xetê berdewam bikin. Hûn hêvî û pêşengên me ne.”
Îlan Can diyar kir ku xweparastina erkekî exlaqî ye ku ji her kesî tê xwestin.
Piştre endamên tevli perwerdeyê bûne, sond xwarin ku dê welat û destkeftiyên gel xwe ji êrişan biparêzin.