ŞENGAL- Endamê Heyeta Îmraliyê û parlementerê DEM Partî Sirri Sureyya Onder, li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate bîranîn.
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, ji aliyê gelê Şengalê ve hate bîranîn.
Bernameya bîranînê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a li çiyayê Şengalê pêk hat. Civaka Êzidî, endamên TAJÊ û Rêveberiya Xweser tevlî bîranînê bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê, derbarê jiyan û tekoşîna azadî, demokrasi û aitiyê ya Sirri Sureyya Onder de sînevîzyonek hate pêşandan.
Endamê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê Ferac Şengalî têkildarî şehadeta Sirri Sureyya Onder ji ajansa me re axivî. Ciwanê Êzidî diyar kir ku Sırrı Süreyya Önder kesekî pir hêja bû û heta dawiya jiyana xwe ji bo aştiyê xebitî.
Bîranîn bi dirûşmeya ‘şehîd namirin’ bi dawî bû.