PARÎS- Piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hemû ciwanên Ewropa bangê kolanan kir, ciwanên APO’yî û enternasyalîstên ku li Parîsê jîyan dikin herikîn kolanan.
Grigny
Girseya bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li taxa Grigny ya paytexta Fransayê Parîsê, bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re Azadî” meşiya.
Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jiyan Jiyan Azadî” bi zimanê Fransî hatin berzkirin.
Kurdên li ber îstasyona trênê kom bûn gotin ku ew ê di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bênavber li kolanan bin û têkoşînê mezin bikin.
Serhad Gabar, ku daxuyaniyek da çapemeniyê, tekez kir ku “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber APO di 27ê Sibatê de kir, li çar aliyê cîhanê eleqeyek mezin dîtiye û diyar kir ku ciwan dê di avakirina Modernîteya Demokratîk de rol û mîsyona xwe bi cih bînin.
Villiers-le-Bel
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li derdora Villiers-le-Bel a Parîsê bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meşek girseyî li dar xistin.
Di tevahiya meşê de ciwanan bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jîyan Nabe”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” qîriyan. Meşa ku li Îstasyona Trenê ya Villiers-le-Bel dest pê kir, li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Şehîd Evîn Goyî bi dawî bû.
Li ber Navenda Civakî ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre, nivîsa “Banga ji bo Ciwanên APOyî yên Ewropa” ku ji hêla TCŞ ve hatiye weşandin, hate xwendin.
Piştî deqeyek rêzgirtin û peyama nivîskî, çalakî bi sloganan bi dawî bû.