EDENE- Meclisa Ciwanan a Partiya DEM’ê ya Edeneyê beriya civîna gel a li Taxa Barbarosê meşek girseyî li dar xist.
Gelek kes beşdarî meşa bi pêşengiya ciwanan bûn û girseyê di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Berxwedana Zindana” qîr kirin. Xelkê deverê û esnaf jî bi dirûşme û çepikan piştgirî dan meşê.
Meclîsa Ciwanan a Partiya DEM’ê duh ragihand ku wan bi şîara “Em di Jiyana Sosyalîst de Israr Dikin, Em bi Rêbertiya Azad re Rêxistin Dikin” kampanyayeke rêxistinbûnê dane destpêkirin û ew ê di vê çarçoveyê de çalakiyên cûrbecûr li dar bixin. Di banga rêxistinbûnê ya Meclîsa Ciwanan de, hat destnîşankirin ku nirxên sosyalîst û xeta azadiyê wê li dijî modernîteya kapîtalîst wekî bingeh werin girtin.