QAMİŞLO- Konferansa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ku bi salan e nîqaşên wê dihatin kirin, êdî pêk tê. Piştî çend kêliyên din li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dest pê dike. Ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyeyê zêdetirî 400 kes hatin hola konferansê.
Nûnerên tevahî partiyên kurdî, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîrî û civakî, hunermend, rûspiyên eşîrên Rojava, kesaytên Kurd ên ji Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê dê beşdar bûn. Ji Bakurê Kurdistanê şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), nûnerên partî û rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê jî hatin hola konferansê.
Konferans dê saet 10.00’an de bi axaftina destpêkê û hilbijartina dîwana konferansê dest pê bike. Piştre dê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm biaxive. Her wiha dê axaftin ji aliyê mêvanan jî bê kirin û peyamên ji bo konferansê werin xwendin.
Piştî axaftin û nîqaşan, dê konferans ji ragihandinê re girtî dewam bike. Reşnivîsa wesîqeya yekrêziya kurdî ya ku berê hatibû pêşniyarkirin dê were gotûbêjkirin û şeklê dawî were diyarkirin.
Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Zêdetirî 60 saziyên ragihandinê û nêzî 200 rojnamevan ji bo şopandina konferansê hatine vexwendin.