Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HRE’: Heval Xeyrî, dilê bi sedan ciwanan li rêxistinê germ dike

Edîtor: Nucan Serdoz
07/04/2025 - 22:57
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HRE’: Heval Xeyrî, dilê bi sedan ciwanan li rêxistinê germ dike
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameya hevrêyê xwe şehîd Xeyrî Karker aşkera kir.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

 “Em hevalê xwe Xeyrî Karker bi navê xwe yê rast Serhat Nergiz ku di 26’ê Pûşpera 2024’an de dema li ser erka xwe di encama qezayekê de digihêje şahadetê bi bîr tînin. Em hevalê xwe Xeyrî Karker ku di oxira welatekî azad û serbixwe de gihaşt şehadetê bi hurmet û rêzdarî bîrtînin, di serî de ji bo malbata hêja ya Nergiz em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û di şexsê hevalê Xeyrî Karker de, soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dûbare dikin.

Hevalê Xeyrî Karker ku li warê lehengan, li dilê  Botan’a rengîn  di nava malbateke welatparêz de di sala 1998’an de ji dayik dibe. Bi hesttên welatparêziyê mezin dibe. Lewra malbata xwe ji salên destpêkê de rêxistinê dinase û bi welatperweriya xwe ve tê nasîn.  Hevalê Xeyrî ji zarokaniya xwe ve bi çîrokên qehremaniyê yê têkoşerên welatê xwe ve mezin dibe. Di nav salên xwe yên ciwantiyê de ji destanên şoreşa Rojava îlham digre û di temenek ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Her wiha Di pêvajoya şerê bajaran a ku YPS li Bakurê Kurdistanê girtî li ser milê xwe ji nêz ve şopand. Li bajarê Şirnexê pakrewanî, hevaltî û têkoşeriya Egîd û Zîlan’ên hemdem ji nêz ve dît û bandor bû. Ji milê din jî dîmenên qetliyama di jêrzemînên Cizîra Botan di dil û mejiyê hevalê Karker de tovên tolhildanê çand. Hevalê Xeyrî Karker ku ji nêz ve dibe şahidê kiryarên dewleta Tirk a dagirker, biryara tolhildanê digre û di sala  2019’an de li Bajarê Wanê berê xwe dide nava refên azadiyê.

Piştî tevlîbûna xwe şûnde bi pêşniyara xwe berê xwe dide qada cenga azadiyê ango Rojavayê Kurdistanê. Li vir tevlî rengên azadî, hevaltî û perwerdeyên rêxistinî dibe. Di heman sala tevlîbûyî de tevlî perwerdeya Şehîd Elî Çîçek dibe û li vir digihê hêza xwe ya ciwantiyê. Hevalê Xeyrî, sal bi sal bi tevlîbûna xwe ya têkoşîn û jiyanê dibe sedem ku kesayeta xwe şareza û bi vîn bike. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi berpirsyarî tev digere û dibe mînaka şoreşgertiya demê. Rêgeza; “Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî serbixin” ji bo xwe esas digre û di nava demeke kin de berpirsyariyên giran digire li ser milên xwe.

Ji Dêrika Hemko heta Girkê Legê, Qamişlo û Kobanê li seranserê Rojavayê Kurdistanê di nav xebatên komalên ciwan de kar û xebatên xwe bêrawestan didomîne. Bi exlaq, çand û xitabeta ji rêxistinê girtî dilê bi sedan ciwanan li rêxistinê germ dike û bi hev re berê xwe didin kar û xebatan. Lê hevalê Xeyrî, her dem ji bo eniyên şer xwe pêşniyar dike ku hêvî û hesretên salan ku di dilê xwe de mezin kirî pêk bîne. Ji boyî vê di sala 2020’an de tevlî perwerdeya Şehîd Mawa Tolhildan dibe. Heval Xeyrî êdî şoreşgerî, piralî û xwedî ceribîn e. Her wiha dilê wî ji bo her qadeke welat ku tola sedsalan rake lêdide. Di jiyanê de ji bo tevahî hevrêyên xwe dibe çavkaniya coş û kelecanê. Di jiyana xwe de bi disîplîn, di rêbazên xwe de pratîkbûnê esas digire û di çûyîna her erkekê de xwe û rêxistina xwe bi serkeftinê tacîdar dike. Di demeke kurt de, di jiyan û xebatan de dibe pêşeng û weke bayê li lûtkeya çiyayên azad bi lez tev digere.

Hevalê me Xeyrî Karker, di sala 2023’yan de bi pêşniyara xwe tevlî perwerdeya branşa sabotajê dibe. Di vê perwerdeyê de bi hemû hebûna xwe tevlî perwerdê dibe û dibe şagirtekî serkeftî. Bi sebr, meraq û kelecana xwe ya fêrbûnê ji akademiya sabotajê bi awayekî serkeftî derbas dibe û berê xwe dide qadên şer.

Hevalê me Xeyrî bi zanebûn û branşa xwe ya leşkerî di nav hêzên HRE’yê de cihê xwe digire. Ti carî dagirkirina Efrînê qebûl nekir. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê li ber çavên wî koçber bûn. Heval Xeyrî ji bo azadiya Efrînê tevlî nava refên HRE bû.

Ji bo gelê Efrînê vegerin bajarê xwe wî roleke aktîf lîst. Bi hevalên xwe re gelek çalakiyan li dar dixe. Girêdayî herêmên ku HRE’ê lê dimîne, tevî hevalên xwe gelek çalakiyan lidar dixin û derbên giran li dijmin didin. Di van çalakiyan de bi taktîka xwe ya sabotajê bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên cezakirin.

Hevalê me Xeyrî Karker, dema ser erkê xwe bû, di qezayekê de birîndar dibe. Hevrêyên wî bi lez û bez wî radikin û dikevin rêya nexweşxanê. Digihê nexweşxanê lê ruxmî hemû hewildanên bijîşkan hevalê me Xeyrî Karker di dîroka 26.06.2024’an de tevlî karwanên şehîdan dibe.

Li ser navê Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê hevalê me Şehîd Xeyrî Karker de; em ji hemû şehîdên di oxira Kurdistaneke azad de gihaştine mertebeya şahadetê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna armanc û xeyalên wan didin.

Nasnameya rêhevala me  yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Xeyrî Karker Cûdî

Nav û paşnav: Serhat Nergiz

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Sekvan

Cih û Dîroka Şehadetê: 26.06.2024’an.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TekoJIN li Berlînê fikrên Rêber APO ji bo şêniyên xwendin

Nivîsa Pêş

Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin

Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin

Ji Xwendekarên û Navenda Jinolojî Çalakîya Wêjeyî û Hunerî

Ji Xwendekarên û Navenda Jinolojî Çalakîya Wêjeyî û Hunerî

Manşet

  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.