Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA-STAR: Rojbûna Rêber APO rojbûna me, wateya hebûna me ye

Edîtor: Nucan Serdoz
03/04/2025 - 12:26
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 9 mins read
A A
Çalakiyên YJA Starê: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê rojbûna 76’an a Rêber APO li jin û gelan pîroz kir û destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê weke hêzên YJA Starê têkoşîna xwe bi her awayî bilind bikin.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Bi mebesta salvegera 76. a vîna azad, ango rojbûna Rêber Apo, vê rojê li tevahî gelan, jinan bi taybetî jî li jina Kurd û gelê Kurd pîroz dikin. 76 salin ya ku di şexsê Rêber Apo de tê jiyîn, li ser bingeha nirxên cewherî xwe ji nûve xuliqandina mirovê azad e. Ew vîna ku ji nav dilê Rêber Apo difûre dibe zemînê afirandina jina azad û civaka azad!”

Peyama Fermandariya YJA Starê bi vî rengî dewam kir:

“Dîroka gerdûnî, bi jidayikbûn û rabûna Rêber Apo ve gaveke pir girîng a azadiyê avêt. Lewra bi jidayikbûna Rêber Apo re roj bi roj berê mirovahiyê zêdetirîn ber bi azadiyeke mayînde ve diçe. Rêber Apo ku gelek caran xwe jinûve afirand bi gotina xwe ve; rojê 40 caran di kesayetiya xwe de şoreş pêk anî. Ev şoreş veguherî Şoreşa Rizgariya Jinê, Şoreşa Neteweya Demokratîk û di wateya giştî de bû Şoreşekê Enternasyonal.

RÊBER APO DI KESAYETIYA XWE DE ZILAMTIYA SERDEST KUŞT

Jiyan û tekoşîna Rêber Apo ya 76 salan bi taybetî jî ji koledariya jinê re bû mudaxeleyeke ku çerxa heyî berevajî bizivirîne. Ji hevaltiya zarokatî Elîf heta Sarayan, ji Zîlan û Berîtanan heta şehîdên me yên dawî ji tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê re Rêber Apo tim bû hevrêyê herî rast. Rêber Apo di kesayetiya xwe de ‘zilamtiya serdest’ kuşt û sînorên zayend derbas kir. Lewma kedeke bêhempa ji bo rizgariya jinan a ji pergala mêtinger de nîşan da û rêya şoreşa jinê heta dawî vekir.

KURD JI PENCÊ QIRKIRINÊ RIZGAR KIR

Bi jidayikbûna Rêber Apo re Kurdên ku li ber pençê qirkirinê bûn xwedan parastin, zanist û her ku çû ji nav pençên qirkirinê dûr ketin. Kurdên ku di nava çala înkar û îmhayê de hênaseya xwe ya dawî dikişandin Rêber Apo mîna tekane rêça rizgariyê dîtin û xwe li dora wî pêçandin. Lewra bi salane bi taybetî gelê Kurd, li seranserê cîhanê jin û civak, rojbûna Rêber Apo mîna rojbûna xwe dibînin û pîroz dikin.

JI ZAYÎNDA DESTPÊKÊ HETA YA DAWIYÊ SÎNORÊN FERD Û ZAYEND QETAND

Rêber Apo, mirovê herî azad e ku çarenûsa xwe bi xwe nivîsandiye û çarenûsa ku ji hêla serdestan ve hatî çandin ji qurmê wê de hil kiriye û pûç kiriye. Ji temenê xwe yê zarok heta niha ji bo azadiyê têkoşînekî dijwar didomîne. Di nava vê têkoşeriyê de jiyana xwe mîna 3 zayînan pênase kir. Rêber Apo ji zayîna yekem heta zayîna dawiyê sînorên ferd û zayend tev qetand û tevahî bûyerên di mejî û dilê xweda safî kirî, kir malê jin û civakê.

Di nava 26 salên îzolasyon û tecrîda Îmraliyê de jî Rêber Apo bûyînên xwe yên azad dewam kir. Ji me tevan re hêza kesayeta azad nîşan da ku ti pergaleke dîlgirtinê nikare wî dîl bigire. Wî di nava şert û mercên Îmraliyê de paraznameyên mirovê azad, jina azad û civaka azad nivîsiye. Pêngavên xwe yên herî girîng ên paradîgmayî, fikrî û ilmî herî zêde jî di vir de pêk aniye.

Vaye îro jî dîrok di nava dîwarên Îmraliyê de ji zayîneke din re şahidiyê dike. Rêber Apo careke din pêngaveke dîrokî diavêje ku berê mirovatiyê di pêşengtiya jinan de dide azadiyê. Lewra îro ji tevahî aliyên jin, civak, gel û rewşenbîrên cîhanê ve piştgiriya vê pêngava nû tê kirin. Tevahî azadîxwaz û demokrat vê pêngavê mîna zayîneke nû dibînîn û bi hêviyên mezin pêşwazî dikin.

Bangawaziya Rêber Apo ya ku bi navê Aştî û Civaka Demokratîk hate deklerekirin mohra xwe û navê xwe li Newroza îsal da. Newroza ku her sal mîna refarandûma gelan derbas dibe îsal hîn bi girseyî qudreta Rêber Apo nîşanî tevahî cîhanê da. Çawa ku em hêza xwe ji Rêber Apo digirin ya ku qudreta Rêber Apo jî diyar dike piştgiriya jinan û gelan e.

QADÊN NEWROZÊ TEXTÊ FAŞÎZMÊ JI BINÎ VE HEJAND

Ji vê hêlê ve qadên Newrozê di pêşengtiya jinan de vîna gelan bi awayê herî şênber raber kiriye û textê faşîzmê ji binî ve hêjandiye. Qadên Newrozê daxwaza bilind a ji bo azadiya Rêber Apo pir vekirî û wêrekî nîşan daye. Gelên ku, bi taybetî jinên ku dizanin dîlîtiya Rêber Apo dîlîtiya wan û azadiya Rêber Apo azadiya wan e bi girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo ango azadiya xwe dikin.

Helbet ji bo aştî û azadiyê wê ev vîn li benda serdest û zordaran nemîne. Yê ku azadî û aştiyê pêk bîne wê ev vîna li qadên Newrozê be. Di vê bingehê de em pêngava ku Rêber Apo dayî destpêkirin rast fêm bikin û rast pêk bînin. Em çarenûsa xwe, aştî û azadiya xwe di destê dijberan de nehêlin.

JI BO AZADIYA RÊBER APO EM Ê MÎRATEYA ŞEHÎDAN BI SERKETINÊ TACÎDAR BIKIN

Wek hêzên YJA-STAR, em dibêjin rojbûna Rêber Apo rojbûna me, wateya hebûna me ye. Lewra em xwedan vê angaştê ne ku ji bo azadiya Rêber Apo, ji Zîlan û Bêrîtanan heta Asya Eli’yan mîrateya ku şehîdên me hiştine teqez bi serketinê ve tacîdar bikin. Em ê erka xwe yên welatparêzî û têkoşîna xwe ya azadiyê misoger bigihînin zemînên azad û demokratîk.

Carek din em rojbûna 76. a Rêberê Gelan Rêber Apo li tevahî jinan û gelan pîroz dikin. Wek hêzên YJA-STAR Ji bo demildest em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk bînin em ê tekoşîna xwe bi awayekî bilintir bidomînin. Ji bo pêkanîna bangawaziya Rêber Apo bi dijwarî li ser xebat û erkên xwe bisekinin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan Mustafa Dag ê di meşa “Rêwîtiya ber bi Rojê” de hat qetilkirin, bi bîr anîn

Nivîsa Pêş

Meşvanên Amarayê şehîdên qetlîamaSurucê bi bîr anîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Meşvanên Amarayê şehîdên qetlîamaSurucê bi bîr anîn

Meşvanên Amarayê şehîdên qetlîamaSurucê bi bîr anîn

Meşvanên Amara ên ku ru bi ruyê êrîşê hatin ber bi Xelfetiyê ve dimeşin

Meşvanên Amara ên ku ru bi ruyê êrîşê hatin ber bi Xelfetiyê ve dimeşin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.