MÊRDÎN– Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” cejna Newrozê hate pîrozkirin. Welatî, di saetên zû yên serê sibehê de hatin cihê pîrozbahiyê. Jinên ciwan di destê wan de ala Komalên Jinên Ciwan ve ketin qadê.
Welatiyên ku cilûbergên Kurdî li xwe kirin, qad xemilandin. Welatiyên Ereb û Suryan jî tev li pîrozbahiyê bûn. Pankarta “Newroza Azadiyê pîroz be” bi platformê ve hatibû daliqandin. Her wiha bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryankî pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin. Li hemberî platformê jî pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” hate daliqandin.
JIN BI PANKARTA XWE TÊKETIN QADÊ
Welatiyên têketin qadê, li ber stranan govend gerandin. Dayikên Aştiyê jî bi desmaleke spî ya mezin têketin qadê. Jin jî dema bi pankartên xwe têketin qadê, Xeta Jinê bi pankarta “Jinên ku bedena xwe veguherandin xeleka ji agir rêya berxwedanê ronî dikin” têket qadê. Dema jin têketin qadê, çepikeke xurt hatin lêxistin. Jinên ku bi cil û bergên rengîn hatin qadê, li gel dirûşma “Bijî Serok Apo” govend gerandin.



