Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em Newroza 2025’an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî dikin

KCK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand û bang li Kurdan û dostên wan kir ku Newroza 2025'an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
17/03/2025 - 10:28
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
KCK: Em Newroza 2025’an bi rengê Newroza Azadî û Civaka Demokratîk pêşwazî dikin
ParvekeTweet

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya hevserokatiyê de cejna Newrozê li gelên qedîm ên Mezopotamyayê û hemû gelên bindest ên cîhanê hate pîrozkirin û banga tevlîbûna li pîrozbahiyên Newrozê hate kirin.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Weke gelê xwe, em jî bi coşeke mezin cejna xwe ya qedîm a bi hezaran salan Newrozê pêşwazî dikin. Newroz ku nîşaneya berxwedana li dijî Dehaq ê zalim û jinûve hebûnê ye, bi hezaran sal in ji aliyê gelên Mezopotamyayê yên qedîm, gelên Îran, Anatolî, Kafkasya û Rojhilata Navîn bi rengê jinûve hebûnê û berxwedanê tê pîrozkirin. Bi hezaran sal in gel li dijî zilmê, zextê û mêtingeriyê bi ruhê Newrozê li ber xwe didin, bi Newrozê jiyanê ji nû ve diafirînin, bedew dikin û azad dikin. Newroz di vê serdemê de jî bi heman wateyê ji aliyê gelan ve bi coşeke mezin, bi hesret û kêfxweşiyê tê pêşwazîkirin. Em îro jî kêfxweşiya Newrozeke nû pêşwazî dikin. Bi vê kêfxweşiyê em Newrozê li gelên Mezopotamyayê yên qedîm, li gelên Îran, Anatolî, Kafkasya û Rojhilata Navîn, li gelên bindest ên li cîhanê, li jinan, her kesên ku di dil û mejiyê xwe de agirê Newrozê geş dike û li ber xwe dide, pîroz dikin! Newroza 2025’an pîroz be!

Gelê Kurdistanê weke afirînerê Newrozê, ew gel e ku Newrozê ji kûrahî dijî. Di herikîna dîrokê de dema ku zaliman tinebûn lê ferz kirin, bi Newrozê li ber xwe da û her carê xwe ji nû ve ava kir. Ji ber vê rastiya dîrokî Rêber Apo got, ‘Gelê Kurd gelê Newrozê ye’. Ev rastiya dîrokî bi şênberî li ber çavan e. Em Newroza gelê Kurd pîroz dikin ku bi vê têgihiştina dîrokî li ber xwe dide.

Bêguman di afirandina Newrozê û gihandina vê serdemê de hin kesayetên dîrokî hene ku bi rol rabûn. Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq pêşengî ji serhildana gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê yên qedîm re kir û di dîrokê ed weke kesayetê ku kevneşopiya Newrozê da destpêkirin, tê bîranîn. Di serdema me de jî li dijî Dehaqên zalim ên dixwazin gelê Kurd tine bikin, Newroz bi çirûska ku Mazlûm Dogan li tarîtiya zindanê vêxistin ji nû ve geş bû û gihîşt wateya xwe ya dîrokî. Çirûska ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan vêxist, îro dilê bi milyonan mirovî germ dike, hişê wan ronî dike û veguheriye agirekî mezin. Bi pîrozkirina vê roja bedew, pîroz û bi wate re divê em wan kesayetan ên ku canê xwe feda kirin û ev yek diyarî me kirin bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr bînin. Divê em wan ji kûrahî hîs bikin û xwedî li wan derkevin. Bi van hestan em Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan ên dan ser şopa wî, di şexsê wan de jî hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr tînin.

Em Newroza 2025’an li Rêber Apo pîroz dikin. Bi wesîleya pîrozkirina vê roja dîrokî re em silav û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Apo dikin ku afirînerê têkoşîna me ye, nîv sed sal e pêşengiyê ji gelê Newrozê re dike û bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a dîrokî re asoyekî nû da me û gelê me. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, wateyeke nû tevlî Newroza 2025’an kir. Gelê me bi hêz û moralê ji vê banga dîrokî wergirtî, biryar da ku Newroza 2025’an bi rengê Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û afirandina Civaka Demokratîk pêşwazî bike. Ev helwesta gelê me gelekî bi wate ye. Eşkere ye ku di demeke gelekî krîtîk a dîrokê de bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re di serî de gelê Kurd gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye xwedî asoyekî nû yê azadiyê. Di vê serdemê de rêya rizgariya ji cîhana zext, mêtingerî, şer, krîz û kaosê ya modernîteya kapîtalîst, xeta civaka demokratîk e. Ji ber vê yekê xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêber Apo û têkoşîna ji bo bicihanîna vê bangê xwedî wateyeke dîrokî ye.

Em Newrozê her wiha li hevrê û dostên xwe yên enternasyonal jî pîroz dikin. Eger têkoşîna me gihîştibe vê astê, di vir de keda wan mezin e. Her wiha di pêkhatina hevdîtinên bi Rêber Apo re û gihîştina banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk de ku em weke manîfestoya serdemê dibînin, Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de bi pêşengiya dost û hevrêyên enternasyonalîst destpê kir, xwedî tevkariyeke mezin e. Van dostan û hevrêyan heta vê rojê bi roleke dîrokî rabûn. Ji niha û pê ve jî em di wê baweriyê de ne ku ji bo pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihhatina paradîgmaya civaka demokratîk wê bi rola xwe ya dîrokî rabin.

Bi vê hestê û vî fikrî em bang li gelê xwe dikin ku hîn bi xurtî dakeve qadên Newrozê. Gelê me yê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, gelê me yê li derveyî welat bi deh hezaran, bi sed hezaran, bi milyonan kesî Newrozê bi coş û girseyî pîroz dike. Bi dadana agir, bi kincên neteweyî, bi gerandina govendê, bi tilîlî û stranên azadiyê Newrozê pêşwazî dike. Qadên Newrozê dadigirin û daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi xurtî tîne ziman û weke daxwaza xwe ya bingehîn datîne holê. Jin û ciwanên Kurd pêşengiyê ji vê re dikin. Gelê me li her derê Newroza 2025’an weke Newroza Azadiyê û Civaka Demokratîk pêşwazî dike û pîroz dike. Weke ku gelê me û gelên me tînin ziman, sîstema Îmraliyê divê êdî bi temamî bê parçekirin û ji hev bê belavkirin. Divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. Ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi cih bê anîn divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û bibe xwedî derfetên azad ên kar.

Em careke din bi tîna agirê Newrozê cejna Newrozê li her kesî pîroz dikin û hêvî dikin ku Newroz li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û mezinkirina têkoşînê li Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk aştî, demokrasî û azadiyê bîne ji her kesî re.

NEWROZ PÎROZ BE!

BIJÎ NEWROZ!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bi xurtî dakeve qadên Newrozê

Nivîsa Pêş

Li Tepqa Jinên Ciwan û Ciwan agirê Newrozê pêxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Tepqa Jinên Ciwan û Ciwan agirê Newrozê pêxistin

Li Tepqa Jinên Ciwan û Ciwan agirê Newrozê pêxistin

“Ev destûr hemû regezên demokrasiyê bin pê dike”

"Ev destûr hemû regezên demokrasiyê bin pê dike"

Manşet

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin
  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”

Herî zêde hatine xwendin

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!: Xwendevanda Agirê, Rêhevala Prometheus’ê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.