NAVENDA NÛÇEYAN– Civîna Jinan a Mezin a li Stenbolê li ser banga Platforma Jinan a 8’ê Adarê saet di 13:00 de dest pê kir. Bi hezaran jin herikîn Qada Pier Kadikoyê. Gelek saziyên jinan bi dirûşmeyan ketin qadê û pankartên xwe yên bi navên wan li ser dikê hatin vekirin.
Meclisa Jinên Ciwan a HDK’ê bi pankarta “Em zincîrên koletiyê dişkînin, em azadiyê hembêz dikin” û qîrîna dirûşma Jin Jiyan Azadî ketin qadê. Her wiha gelek pankartên ji aliyê jinên ciwan ve hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Em bi roj hembêz dikin ber bi xeta jinê ve dimeşin”, “Ne sala malbatê, sala jinê, ne civaka koledar, civaka demokratîk” û hwd.
Çalakî li ser dîwanê pêk hat û daxuyaniya “Em ji bo azadî û wekheviyê li vir in, li dijî çar dîwarên ku AKP’ê bi îlankirina Sala Malbatê re hewl da me di nava wan de bixe girtîgehê. Çalakî bi dirûşmeya “Em bi şev kolan û qadan naterikînin” dest pê kir û hat gotin, “Jin nikarin li malan bin, kolan li me nayê girtin.”
Çalakî piştî daxuyaniyên bi Tirkî û Kurdî bi govendê ya jinan bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em soz didin ku sala ku hûn jê re dibêjin Sala Malbatê bikin sala têkoşîna jinan.”