BERLÎN- Bi pêşengiya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê û TekoJIN’ê bi konsepta “Xwebûn-Hûnera Berxwadanê” Rojên Çanda Jinên Kurd hatin organîzekirin.
Çalakiya ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin, bi dehan jin bi atolyeyên cuda yên ji 1’ê Adarê ve dest pê kirin hatin cem hev.
Di çalakiyan de li ser gundê Jinwarê, bi taybetî jî ser mijara Xwebûn gelek axaftin û semîner hatin dayîn. Di xebatên atolyeyê de, wateya Sêva Mexkrej û çêkirin û hilberîna motîfên Deq ku di çanda Kurdî de xwedî cihekî girîng in, hatin hînbûn. Her wiha gelek bilezik û nîşangir ji bo pirtûkan (ayraç) jî bi destê jinan hatine çêkirin.
Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê û TekoJIN hat lidarxistin, wê sibe bi bernameyekê moralê bi dawî bibe.