NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Starka Ciwan ku bi şîara “8 roj û 21 rojan em ê bi hev re bin” her meh ji bo ciwanên Welatparêz û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn, bi hejmara xwe ya 262’an li benda xwendevanên xwe ye.
Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşana herî demdirêj a ciwanên Kurd li Ewropayê ye; Di hejmara Adarê de gotarên bi giranî bi Kurdî û Almanî hatine nivîsandin derket.
Di beşa Kurdî ya kovarê de beşa Rêber APO de tehlîla Rêber APO ya “heta jin azad nebe civak azad nabe” de berhevokek bi sernavê “Sedema azadiya jinê pirsgirêkek civakî ye” heye. Di beşa Elmanî de berhevoka Rêber APO ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê cih digire.
Di vê hejmara kovarê de perspektîfên ciwan û jinên ciwan ên ji aliyê koordînasyona rêxistinên ciwanan ên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve hatine nivîsandin.
Di beşa nirxandinê de damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan bi nirxandina xwe ya bi navê “Rêbertî Kesê herî sade ye” ji nirxandina salvegera damezrandina PKK’ê beşên ji diyalektîka Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd pêşkêş dike.
Her wiha li ser rol û mîsyona ciwanan a di Şerê Gel ê Şoreşgerî, Jineolojî û Newrozê de nirxandin hatin kirin.
Di beşa bîranînê ya kovarê de gotara bîranînê ya HPG’ê Online ji bo bîranîna Şervanê Nûjen ê PKK’ê Newroz MAZLUM DOĞAN hat dayîn.