Rêber APO bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî ji bo jinan weke diyarî şand. Diyariya ku Rêber APO ji hemu jinan re şandiye, çar gulên Nergîs in.
Her wiha Perwîn Buldan di hevpêyvîna xwe ya daye JINNEWS’ê de tîne ziman ku pêyamên Rêber APO ji bo 8’ê Adarê heye.
Perwîn Buldan di hevpêyvîna xwe de dibêje: “Peyamên ku di vê civîna dawî de derbarê jinan de dayî weke peyama 8’ê Adarê anî ziman.
Me van peyaman bal kişand, em amadekariyên wê dikin û ev peyama ji bo jinan wê di 8’ê Adarê de li her qadan bê xwendin. Birêz Ocalan pirsa “Meriv çawa dikare jina ku pir jê hez dike bikuje? Ez nikarim fêm bikim”. Da zanîn ku ji bo pêşî li kuştina jin û zarokan bê girtin, pêwîst e li dijî vê zîhniyetê têkoşîn bê dayîn. Birêz Ocalan diyar kir ku divê em peyama 8’ê Adarê ya ku wê ji bo jinan bibe qonax û ronesansê bi jinan re li qadan parve bikin.”



