Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bi hezaran şêniyên Heseke, Hol, Til Birak û Şedadê komployê 15’ê Sibatê şermezar kirin

Edîtor: Çekdar Amed
15/02/2025 - 16:56
di nav Giştî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Rojava
Reading Time: 7 mins read
A A
Bi hezaran şêniyên Heseke, Hol, Til Birak û Şedadê komployê 15’ê Sibatê şermezar kirin
ParvekeTweet

HESEKE – Bi boneya salvegera 26’emîn a dîlgirtina Rêber Apo di komploya navnetewî de li gelek deverên cîhanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çalakiyan ji bo şermezarkirina komplo û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên lidarxistin.

Li bajarê Heseke jî mîtîngekî girseyî hat li darxistin. Mîtîng li (Qesir El Edlî) Qada Azadiyê pêk hat. Bi hezaran şêniyên Heseke, Hol, Şedadê û Til Birakê beşdarî mîtîngê bûn.

Qada mîtîngê bi wêneyên Rêber Apo û pankartên bi nivîsên “Bi têkoşîna gel em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” û “Em ê roja reş veguherînin roja azadiya Rêber Apo” hate xemildanin.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra Seîd axivî.

Emîra Seîd diyar kir ku komploya navneteweyî heya roja îro dewam dike û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Em îro li vî cihî kom bûne da ku dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û bêjin Komploya Navneteweyî ya ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo hatiye destpêkirin dewam dike. ”

Emîra Seîd şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ramênên Rêber Apo û mîraseya wî ya dîrokî ji nifşên bê re ronahiyek e.

Emîra Seîd di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina ramanên azad yên Rêber Apo e û got: “Xwestin vê rojê ji bo gelên azadîxwaz bikin roja reş, lê ev roj wê bibe roja berxwdan û serketina îradeya azad.”

Rêvebera Kongra Star Emîra Seîd di dawiya axaftina xwe de ev peyam da “Rêber Apo ne ji bo gelê Kurd tenê, lê ji bo tevahî gelên azadîxwaz re meşaleya azadiyê ye. Rêbertî roleke mezin di piştgirîkirina mafên jinan û şikandina bendên koletiyê de list û rêya azadiyê li pêşiya jinan vekir.”

‘GEL BI PARADÎGMAYA RÊBER APO TÊ DIKOŞIN’

Aldar Xelîl diyar kir ku ew ê di rojên pêş de têkoşîna azadiyê mezintir bikin û wiah axivî: “Wekî ku hûn jî dizanin di salên dawîn de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime. Li dijî şerê hêzên desthilatdar, gelên li Sûriyeyê têkoşîneke azadiyê meşand. Rêber Apo piştî ku li Îmraliyê rehîn hate girtin jî, ev têkoşîn domand. Wî tu carî dev ji têkoşînê berneda. Bi saya paradîgmaya ku Rêber Apo daniye, gel têkoşînê dimeşînin. Dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ vê rastiyê eyan dike.”

‘YÊN KU DIXWAZIN ME TUNE BIKIN NIHA DIÇIN BER LINGÊ RÊBER APO’

Aldar Xelîl bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: “Hêzên desthilatdar bi salan e êrişî me dikin da ku me tune bikin. Hêzên ku dibêjin me nas nakin û hewl didin me tune bikin, niha jî ji Rêber Apo dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bike. Li Îmraliyê li çareseriyê digerin.”

‘BERXWEDANA LI TIŞRÎNÊ DEWAMA BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ YE’

Xelîl got berxwedana li Tişrînê dewama berxwedana li Îmraliyê ye û wiah dewam kir: “Yên ku li giravekê hewl da Rêber Apo bê deng bikin, li pêşberî berxwedana wî bê çare man. Bêyî berxwedanê hebûn nabe. Ji bo vê jî em bi biryar in ku bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û Sûriyeyeke nû ava bikin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

JI HIKUMETA ŞAMÊ RE: YEKITÎ BI VÎ AWAYÎ NABE

Xelîl hişyarî da ku desthilata Şamê şaşiyên berê dubare dike û got: “Yên ku îro li Şamê hewl didin desthilatdariyê ava bikin, dîsa hewl didin heman şaşiyên beriya xwe bikin û polîtîkayên xwe yên yekperest bidomînin. Yên ku hewl didin polîtîkayên netewedewleta navendî ferz bikin, divê bizanin ku ev yek nikare li Sûriyeyê rê li ber çareseriyê veke. Yên ku dixwazin li Sûriyeyê çareseriyekê pêk bînin, divê her kesî tev li çareseriyê bikin. Hûn ê qala yekitiyê bikin, lê hûn ê hin aliyan li derve bihêlin, hûn ê elewiyan qir bikin, hûn ê mezhebperestiyê bikin. Yekitî bi vî awayî nabe. Heke hûn yekitiyê dixwazin, divê hûn her kesî bînin cem hev. Di serî de pirsgirêka Kurd, divê hûn hemû pirsgirêkan çareser bikin.”

‘BÊYÎ RÊBER APO ÇARESERÎ NABE’

Aldar Xelîl diyar kir ku çareserî bêyî Rêber Apo pêk nayê û wiha lê zêde: “Bê Serok jiyan nabe, bê Serok demokrasî nabe, bê serok aştî û dadmendî nabe. Bêyî rêbertiya me, bêyî qebûlkirina sîstema ku fikr û felsefeya wî berpêş dike, ew çareseriya em qala wê dikin li Sûriyê nabe. Heta ev rastî neyê qebûlkirin, çareserî pêk nayê. Ne tenê li Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bêyî Rêber Apo çareserî pêk nayê.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

Her wiha, ciwanên ku beşdarî mîtîngê bûn helwestê xwe li hemberî komployê navnetewî nîşan dan.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Aldar Xelîl jî axivî û salvegera 26’emîn a komplo nirxand.

 

1 Ji 3
- +

1.

2.

3.


Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqayê gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO daket qadan

Nivîsa Pêş

Komploya 15’ê Sibatê ya bi pêşengiya JXK’ê li Maînzê hate protestokirin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Komploya 15’ê Sibatê ya bi pêşengiya JXK’ê li Maînzê hate protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê ya bi pêşengiya JXK’ê li Maînzê hate protestokirin

Ji yekîneyên YCWK Wan’ê li dijî qeyûman çalakî!

Ji yekîneyên YCWK Wan’ê li dijî qeyûman çalakî!

Manşet

  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.