KOCAELÎ – Milîsên Sema Yuce KBDH bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şeva 7’ê Sibatê li Taxa Tavşanli ya navçeya Gebze ya Kocaeliyê kargeha paletan şewitandin.
Milîsên Sema Yuce ya KBDH diyar kirin ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, şeva 7’ê Sibatê li Taxa Tavşanli ya navçeya Gebze ya Kocaeliyê çalakî hate lidarxistin, û ev çalakiya xwe diyarî fedaîyên ‘Tu Nikarî Rojê Me Tarî Bikî’ kirin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
Çalakiyên 15’ê Sibatê yên li dijî Komploya Navneteweyî berdewam dikin!
Milîsên Sema Yuce ya KBDH, 7’ê Sibatê nîvê şevê, Kocaelî-Gebze, Tavşanli Mah. Kargeha Paletan a li Kolana Ataturk hat şewitandin. Di çalakiyê de kargeh xisareke mezin a madî dît. Piştî çalakiyê milîsên me paşde vekişiyan baregehên xwe.
Di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, êrîşên faşîzma Tirk roj bi roj zêde dibin. Bi xurtkirina îstismarkirina kedê, pereyên ku ji xwêdanê dihat dizîn, derbasî şer bû. Erdoganê faşîst û piştgirên wî yên sermaye her cure veguherîna şer dikin.
Faşîzma ku ji sûcên şer dudilî nake, îradeya gel xesp kir û êrîşî şaredariyan kir, tecrîda li girtîgehan zêde kir, êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê lezand. Tehamula wî ji destkeftiyên têkoşîna jinê re nîne.
Em wek milîsên KBDH’ê vê çalakiyê diyarî fedaîyên Te Nikarî Rojê Me Tarî Bikî dikin. Wêrekiya Fedayiyan îro li çiyayên Kurdistanê, li zindanên faşîzmê, li axa Rojava û li bajarên Tirkiyeyê ye. Kabûsa faşîzmê berdewam dike!
Em ê ji her êrîşa li ser gel hesab bipirsin. Hûn ê nikaribin bi rehetî di nav nivînên xwe de razin!
Bijî KBDH!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!



