REQA- Duh êvarê şêniyên kantonên Reqa, Dêrazorê û Tebqayê ji bo ku li şûna şêniyên kantona Cizîrê nobedariya bendava Tişrînê berdewam bikin, gihaştibûn bendavê.
Şêniyên kantona Cizîrê jî ku nobedarî dewrî şêniyên Reqa, Dêrazorê û Tebqayê kir, ber bi kantona Cizîrê ve ketin rê.
Şêniyên kantona Cizîrê dema ku gihaştin Çerxerêya Firûsiyê ya bajarê Reqayê, ji aliyê girseyeke şêniyên Reqayê ve hatin pêşwazîkirin.
Şêniyên kantona Cizîrê niha vedigerin kantonê.


