Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPJˋê nasnameyên 3 şervanên li Qereqozaqê şehîd bûne aşkera kirin

Edîtor: Axin Mahir Dicle
13/01/2025 - 20:58
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Jineolojî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava, Rojhilata Navin
Reading Time: 6 mins read
A A
YPJˋê nasnameyên 3 şervanên li Qereqozaqê şehîd bûne aşkera kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPJˋê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma pira Qereqozaqê şehîd bûn de, aşkera kirin.

 

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê şehadeta 3 şervanên xwe li herêma pira Qereqozaqê daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Rêhevalên me Tolvîn Şahîn, Bêrîtan Amanos û Berfîn Hesekê di cenga mezin ya Qereqozaxê de li beramberî dagirkerî û çeteyên dewleta dagirker ya Tirkiyê têkoşîneke bê eman meşandin. Canê xwe kirin mertal û tevlî karwanên şehîdan bûn.

Dewleta dagirker ya Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe bêtirî mehekê ye ku bênavber êrîşê herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê dike û hewl dide bi dagirkirina bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê derfetên jiyan û ewlehiya gelê me bixîne metirsiyê de. Bi vî rengî jî li gor qanûnên şer jî sûcên mezin pêk tîne. Li beramberî van kiryarên dagrikeriyê, şervanên azadiyê bi pêşengtiya YPJ li eniyên berxwedanê dîroka berxwedan û serbilindiya gelan dinivîsin û dubare nîşanê dost û dijmin didin ku vîna gelan ji her cûre êrîş, îtîfaqên qirêj û plangeriyan mezintir û bihêztir e.

Di van êrîşan de, heya niha bi dehan şervanên azadiyê gihîştin mertebeya şehadetê û bûne pakrewanên rêya azadî û yekgirtina gelan. Rêhevalên me Tolvîn Şahîn, Bêrîtan Amanos û Berfîn Hesekê di 9’ê Çileyê de di encama êrîşa balafira bêmirov û bi çek a dewleta dagirker ya Tirkiyê ku piştevaniya çeteyan dike, gihîştin şehadetê. Em ji malbatên hêja yên şehîdên xwe re, ji gelên xwe yên welatperwer û hemû rêhevalên xwe re sersaxiyê dixwazin. Em çawa heya niha tim paybendên şehîdên xwe bûn, bi deyndariyeke mezintir û berpirsyartiyeke girantir, emê doza wan bigihînin serkeftinê û yek bi yek tola wan hilînin.

Şervana me Fatma Sîdo bi nasnav Tolvîn Şahîn li bajarê çanda çandiniyê Efrînê çavên xwe li cîhanê vekir. Ji bo wê jiyana watedar ji her tiştekê binirxtir bû. Bi vî rengî jî kete pey jiyanekê ku tê de biafirîne, bicivîne û bi hezkirin bijî. Rêya şoreşgertiyê encex dikarî ji vê xeyalên wê re bibe bersiv. Ji bilî wê hemû jiyanên di nav pergalê de ji bo jinekê û Kurdekê heman vebijêrk pêşkêş dikir. Dizanî ku ji bilî şoreşgertiyê rêyên din bersiva hest û armancên wê  nadin. Ji bo wê jî herdem bi dilekî wêrek û pak beşdarî jiyana şoreşgerî bû.

Rêhevala me Tolvîn Şahîn di nav refên YPJ’ê de xwe naskir. Ji pirsên xwe re bersivên watedar dît. Heta karî  asoya xwe pir fireh û mezin bike. Êdî dilê wê, mêjiyê wê bi qasî şoreşgertiya şoreşê mezin û bi hêz bibû. Xwe bi perwerdeya Sekvanî jî di warê leşkerî de jî zêdetir pêşxist. Li herêmên Efrîn, Til Koçer, Hesekê di eniyên têkoşînê de aktîf cih girt û heya kêliya şehadetê di ferqa mîsyona xwe de jiyan kir.

Şervana me Safa Silêman bi nasnav Bêrîtan Amasons jî ji warê niştimanperweriyê Efrînê ji dayîk bû. Ji eşîreta berxwedêr a Begara ya pêkhate Ereb bû. Di wê de jî ev tovê berxwedêrî û serî rakirinê karaktereke diyarker ava kir. Lewma tucarî zordarî û zilma li ser jinê, li ser çîn û civakê nepejirand. Serhildêriyê ew ber bi tevlî nava têkoşînê ve bir. Demekê di xebatên ciwanên Şoreşger de cih girt û paşê jî berê xwe da refên YPJ’ê. Wê yekgirtina gelan herî zêde jî di rêhevaltiya jinan de hîs kir û ji bo wê jî bû bingeha xwe avakirinê.

Şervana me Emanî Mihemed bi nasnav Berfîn Hesekê li bajarê Hesekê hate cîhanê. Wek jineke Ereb ku di nav pir-çandiya Hesekê de mezin bû, xwe li ber hemû civaka Sûriyê berpirs dît. Yek ji xeyala wê ya zarokîniyê ew bû ku mezin bibe û tevlî nava refên YPJ bibe. Wiha jî bikaribe jinan ji her cure zordestiyan biparêze. Di naf refên YPJ de xwe pêşxist û erkên şoreşgertî wek rêgezên bingehîn yên jiyanê bi dest girt û pêk anî.

Em rêhevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê ji bo pêkanîna armancên şehîdên xwe teqez dagirkeriyê têk bibin.

 Nasnameyên Hevrêyên Me yên Şehîd Wiha ne:

Nav û Paşnav: Fatma Sîdo

Nasnav: Tolvîn Şahîn

Navê Dayîk: Yildiz

Navê Bav: Mehmûd

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.01.2025/Qereqozax

 

Nav û Paşnav: Emanî Mihemed

Nasnav: Berfîn Hesekê

Navê Dayîk: Meryem

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.01.2025/Qereqozaq

 

Nav û Paşnav: Safa Silêman

Nasnav: Bêrîtan Amanos

Navê Dayîk: Reca

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: 09.01.2025/Qereqozaq.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Lezgîn: Dewleta Tirk a dagirker derdora Tişrînê topbaran dike

Nivîsa Pêş

Gelê Kantona Cizîrê nobedê bi daxuyanîyek dewr kir

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Gelê Kantona Cizîrê nobedê bi daxuyanîyek dewr kir

Gelê Kantona Cizîrê nobedê bi daxuyanîyek dewr kir

Şêniyên gundê Pîr Mamo ya Kobanê xwarin ji şervanên QSD re amade dikin

Şêniyên gundê Pîr Mamo ya Kobanê xwarin ji şervanên QSD re amade dikin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Gerîlla û Rastiya Jiyanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çemçemal û Ranya' yê çalaki berdevaminRanya ve Çemçemal’de eylemler sürüyor

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.