Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin

Edîtor: Nucan Serdoz
03/01/2025 - 14:26
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Bi hezaran kes ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin
ParvekeTweet

RIHA -Nobeda li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 12’emîn de ye ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir. Di çarçoveya nobedê de li Pirsûsê meşek tê lidarxistin. Ji bajarên cuda gelek kes tevlî meşê bûn û xwestin, êrîş bêne rawestandin.

Dayika Aştiyê Sebîna Sezen (64) ku ji Wanê tevlî meşê bû, anî ziman ku ji 600 kîlometreyî bi hêviya aştiyê hatiye û got, “Ji ber ku zarokên wan ne di nava vî şerî de ne dilê wan rehet e, lê belê em li mala xwe nikarin bi rehetî rûnên. Cegera me dişewite. Ji ber vê yekê em ewqasî ji cihekî dûr hatin. Ev şer nabe ku dewam bike.”

‘BILA ABDULLAH OCALAN Û GIRTÎ HEMÛ BÊNE BERDAN’

Sebîna Sezen bal kişand ser hevdîtina bi Rêber APO re û got, “Çawa ku lîderên wan diaxivin, divê Birêz Ocalan jî karibe bi heman rengî biaxive. Çawa ku ew ji ziman û çanda xwe hez dikin, em jî bi heman rengî jê hez dikin û dipejirînin. Em hatin vê derê ku bibêjin ‘êdî bes e’. Di serî de Birêz Ocalan em dixwazin girtiyên me hemû bêne berdan.”

Fevzî Melet (65) ê ji Wanê tevlî çalakiyê bû diyar kir ku ji bo xwedîderketina li destketiyên li Rojava ew hatin Pirsûsê û got, “Di sala 2014’an de bi destê DAÎŞ’ê hewl hate dayin komkujî li gelê Kurd bê kirin. Serokwezîrê wê demê Erdogan ji bo Kobanê gotibû ‘Li ber ketinê ye, dikeve’. Mejiyê dijminê Kurdan hîn jî dewam dike. Planên komkujiyê yên li dijî Kurdan di şexsê Rojava de dewam dikin. Dixwazin destketiyên li Rojava ji Kurdan bistînin. Lewma komkujiyê dewam dikin. Em van şermezar dikin. Çar parçeyên Kurdistanê ji bo me yek e, ha Rojava ha jî Bakur. Em yek in. Em li xaka xwe li Kurdistanê jiyan, em ê lê bijîn.”

‘EGER GUH BIDIN PEYAMA ABDULLAH OCALAN WÊ AŞTÎ PÊK WERE’

Melet ragihand ku paradîgmaya Rêber APO li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete meriyetê û got, “Bandora peyama Birêz ocalan li ser gelêw Kurd mezin e. Gelê Kurd bi kuştinê naqede. Peyama Birêz Ocalan jî bi heman rengî ye. Eger aliyê Tirkiyeyê jî guh bidin peyamên wî, hingî wê aştî vê vî welatî.”

Dayika Aştiyê Macîde Varhan (46) a ji navçeya Rêya Armûşê tevlî meşa li Pirsûsê bû bang li gelê Kurd û tevahiya cîhanê kir û got, “Xwîn têra xwe herikî. Bi dest ji kuştina Kurdan berdin, dest ji êrîşên li ser Kobanê berdin. Heta ku ji me bê em ê li gel Kobanê, li gel gelê xwe, li gel Rêberê xwe bin. Peyamên Birêz Ocalan di nava gel de her tim deng vedidin. Sedema dîlgirtina niha ya Birêz Ocalan daxwaza wî ya ji bo aştî û azadiyê ye. Her gotineke Birêz Ocalan a bigihêje me wê aştiyê ava bike. Hûn nikaribin bibêjin ku Kurd nîne. Kurd wê her tim hebin. Nasnameya me heye, welatê me heye.”

Mulikiye Savraz (33) jî destnîşan kir ku ew hatine xwedî li destketiyên Kurdan derkevin, bi taybetî jî xwedî li destketiyên jinan derkevin û got, “Em ê li vê derê nîşan bidin ku em xwedî li destketiyên xwe derkevin. Bangên aştiyê yên lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser coşa îro çêbû. Di meşê de em ê vê peyamê nîşan bidin.”

‘BILA ÊRÎŞAN BISEKINÎNIN’

Medîne Kiyak (66) anî ziman ku ew dixwazin êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û got, “Em naxwazin xwîn bêne rijandin. Ji ber vê yekê em bi rê ketin. Em ne sedema rijandina vê xwînê ne.”

Nahîle Kaplan (54) jî ragihand ku ew daxwaza aştiyê dikin û ji bo vê yekê zor û zehmetiyê dikişînin.

Îslîm Demîr (65) jî xwest, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne rawestandin û got, “Êrîşên li ser Rojava me dixe nava fikaran. Em naxwazin kes bimire. Bi Birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin, hêviya me ya aştiyê zêde bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kovara Silava bi silogana ”Tecrîd Tundiya Herî Mezin e” derket

Nivîsa Pêş

Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir

Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 72 çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 72 çete hatin kuştin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.