Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ji Hesekê pêyama jinan: Sûriye dê bi rengê jin bê avakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
28/12/2024 - 16:28
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Hesekê pêyama jinan: Sûriye dê bi rengê jin bê avakirin
ParvekeTweet

HESEKÊ – Bi armanca tekezkirina rol û hebûna jinê ya di avakirina Sûriyek demokratîk û azad de, bi pêşengiya hemû Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, meşek girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de hemû pêkhate, dayîk, jinên ciwan ji herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî amade bûn. Meşvanan alên Yekîneyîn Parastin Jinê (YPJ) û pankartên bi nivîsa “Jin di avakirina Sûriyê de esasa edalet û wekheviyê ye”,”Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, “Yekîtiya Jinên Sûrî misogeriya felsefeya Jin Jiyan Azadî ye” hilgirtin.

Meş li ber çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li ber parka taxa Nasra veguherî mitîngek.

‘Sûriya demokratîk dê bi deng, reng û hişmendiya jin bê avakirin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê mizgînî da meşvanan ku di vê demê de hevdîtin bi Rêberê APO re tê kirin û wiha anî ziman: “Em ji qada têkoşîn û berxwedanê silavên germ ji rêberê xwe re dişînin û berxwedana wî silav dikin. Ev 13 sal in xelkên Rojava li beramberî sîstema netewperest, olperest û netew-dewlet têkoşîn û berxwedaniyê dike. Li aliyê din li beramberî dagirkeriya tirk û hevalbendên wê, tekoşînek mezin dimeşînin.

‘Jin bi berxwedana xwe bersivê didin planên dijmin’

Îro dewleta Tirk a dagirker êrîşî deskeftiyên Şoreşa jinê dike, lê berxwedaniya jinan a dîrokî bersiv dide planên dijmin. Em jin, ji her pêkhateyên ku îro sekneke xwe nîşan didin û hevgirtina xwe diyar dikin ku ev bixwe berxwedaniyek dîrokî ye. Di avakirina Sûriya nû de pêwîst e îradeya jina azad were parastin. Sûriya Demokratîk bi deng, reng û hişmendiya jinê dê bê avakirin. Ger ku jin di nivîsandina destûra Sûrî de cîh negire, ne mumkin e ev Sûrî were qebûlkirin û mafê gelan were parastin. Ez bang li tevahî gelan dikim ku ji bo em bi hev re Sûriyek nû û demokratîk bidin ava kirin, xwedî helwest bin.”

‘Dem hatiye em qada deskeftiyên şoreşê berfireh bikin’

Endama Rêvberiya Meclîsa jin a Sûrî balkişand ser rol û girîngiya berfirehkirina deskeftiyên jinan a li tevahiya Sûriyê û wiha got: “Li bakûr û Rojhilatê Sûriyê jinê xwe birêxistin kir, hevgirtina xwe ava kir û gelek deskeftiyên pîroz bidest xist. Îro dem hatiye ku em qada bidesxistina deskeftiyên Şoreşê berfirehtir bikin û li tevahî Sûrî rêxistin û hevgirtina xwe berfireh bikin.”

‘Jin kêliyên azadî û rûmetê jiyan dikin’

Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Sebah Şabo diyar kir ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrî kêliyên azadî û rûmetê dijîn û wiha domand: “13 sal bi têkoşîn, berxwedanî û serhildan derbas bû. Li vir pêwîstî heye ku em xwedî li keda van salan derkevin. Jin di bakûr û Rojhilatê Sûrî de kêliyên azadî û rûmetê dijîn. Lewma parastina jinê û deskeftiyên wê, erkekî ehlaqî ye, ji me her kesî tê xwestin. Bi rihê felsefeya Jin Jiyan Azadî emê gavên pîroz bavêjin û Sûriyek nû ya demokratîk ava bikin. Jin di nivîsandina destûrê de cîh negire, em vê Sûriyê qebûl nakin û li hemberî wê jî têkoşîna me dê bidome.”

‘Têkoşîna me wê hisab ji dewleta tirk li ser komkujiya 1915’an bixwaze’

Ji Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan jî destnîşan kir ku jinên Ermen komkujiya 1915’an jibîr nakin û dê hesabê wê bê dayîn. Enahîd wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, berdewama Komkujiya 1915’an e. Em  jinên ermen xwe birêxistin dikin û hevgirtina xwe ava dikin da ku em bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Peyama me jî ew e ku heya jinek ermen hebe, wê li ser wê komkujiyê hisab ji dewleta Tirk bixwaze.”

Meş bi dirûşmeya “ Bijî yekîtiya jinên Sûrî “ bidawî bû.

 

1 Ji 15
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amedê ji aliyê Milîsên MAK’ê ve 3 çalakiyên cuda

Nivîsa Pêş

Kampanyaya alîkariyê ya ji bo piştgiriya Rojava ya bi teknolojiya dron a bi tîpa FPV hate destpêkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Zapê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerek giran heye

Kampanyaya alîkariyê ya ji bo piştgiriya Rojava ya bi teknolojiya dron a bi tîpa FPV hate destpêkirin

Li Kobanê meşa girseyî ya ji bo piştgiriya QSDˈê

Li Kobanê meşa girseyî ya ji bo piştgiriya QSDˈê

Manşet

  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.