Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YRA û YRJ’ê bang li rêxistinên rojnamevanan kir: Dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin

Edîtor: Çekdar Amed
20/12/2024 - 12:06
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 6 mins read
A A
YRA û YRJ’ê bang li rêxistinên rojnamevanan kir: Dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
ParvekeTweet

QAMIŞLO – Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) li ber Navenda Çand û Hûner a Mihemed Şêxo, li bajarê Qamişlo, derbarê şehadeta xebatkarên ragihandinê Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn daxuyaniyekî dan.

Nazim Deştan û Cîhan Bîlgîn duh saet 15 li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajaroka Sirînê, di encama êrîşekî hewayî yê balafirekî bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn. Ajokarê wesayîtê ku bû hedef Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Di daxuyaniya ku gelek rojnamevan tevlî bûn de, wêneyên Şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Alan Meîş ve bi zimanê Kurdî, ji aliyê Arîn Siwêd ve jî bi zimanê Erebî hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji 8’ê Kanûnê (2024) ve dewleta Tirkiye ya dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê zêde kirine. Di demeke ku hemû cîhan li ser avakirina sîstemek nû ya li Suriyeyê ku hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin, nîqaş dikin de, Çapemeniya Azad hewl dide vê rastiyê ji raya giştî re ragihîne.

Hevrêyên me yên rojnamevan, ji bo pêkanîna vê erka xwe ya exlaqî û dirokî, li hemû eniyên ku êriş li ser hene, bê dudilî kar dimeşînin, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ji gel û raya giştî ya cîhanê re radigihînin.

Dewleta Tirkiyê bi van êrişên xwe tevahî nirxên civaka me hedef digire, her wiha ragihandina ku rastiya wan aşkera dike jî xisteya pêşiya êrişên xwe. Li gorî hemû peymanên navnetewî mafê rojnamevanan ê şopandina şer û pevçûnan heye û divê neyên hedefgirtin. Lê dewleta Tirkiye li hemberî Çapemeniya Azad şerekî hovane dişemeşîne.

Weke eniyeke bi bandor a têkoşînê, Çapemeniya Azad, di rêwitiya xwe ya heqîqetê û aşkerakirina rastiyan de, bedelên giranbuha dane.

Herî dawiyê di encama êrişeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Di vê êrişa nemerdane de hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgin şehîd bûn.

Herdu hevalên me ji roja destpêkê ya êrişên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê têm domkirin ve, berxwedaniya li herêmê dişopandin.

Roja 19’yê Kanûna 2024’an jî dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15:20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balefireke bê miro û biçek a dewleta Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de hedu hevalên me şehîd bûn, ajarokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî, birîndar bû.

Hevala me Cîhan Bîlgîn ji sala 2017’an ve li Rojavayê Kurdistanê rojnamevaniyê dike. Heval Cîhan Bîlgîn di malbeteke welatpêrêz a bedeldayî de mezin bûye. Ji bo ku berxwedan û Şoreşa Rojava ji raya giştî re ragihîne, weke rojnamevanek wêrek di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Bi pênûs û kamerya xwe, her tim bû zimanê şoreşa gelan û şoreşa jinan. Cîhan Bîlgîn 8 salan di ANHA’yê de weke nûçegihan xebat kir. Di pêvajoya avakirina Şoreşa Rojava de, weke rojnamevanekê 8 salên tije têkoşîn derbas kirin. Di demên ku êrişên dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava dijwar dibûn de, ji bo ku rastiyan bi awayekî herî baş ragihîne, her dem li eniya herî pêş bû. Dîsa di pêvajoya avakirina pergala xweseriya demokratîk a li herêmê de weke jineke lêgerinvana azadiyê, bi nûçe, dosya û hevpeyvînên xwe Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, ji raya giştî re ragihand. Di rêwitiya domdar a Çapemeniya Azad de, weke şopdara kevneşopiya Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Seyîd Evran, Dilîşan Îbiş û bi sedan şehîdên ragihandinê, bi azweriyeke mezin Şoreşa Rojava ji raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn bi qasî pirsporiya xwe ya rojnamevaniyê, bi rûkenî û bi hevaltiya xwe jî kesayeteke mînak bû.

Têkoşer û rojnemevan Nazim Daştan, li navçeya Gihadîn a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê. Di malbateke welatparêz de mezin bûye. Bi vê zanebûna netewî, di temenekî ciwan de, di eniya ragihandinê de dibe lêgerînvan û têkoşerê azadiyê. Sala 2014’an di pêvajoyeke ku êrişên DAIŞ’ê li ser Rojava destpê kirin de, derbasî Rojava bû. Destpêkê li Efrinê, piştre jî li Kobanê berxwedana dîrokî şopand û ji cîhanê re ragihand. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakûrê Kurdistanê de derbasî navçeya Silopya ya Şirnexê bû û erka rojnamevaniyê li wir domand. Lê dewleta Tirk ji ber karê wî yê rojnamevaniyê, derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Tevî zextan jî hevalê Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda û sala 2016’an careke din derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di salên dirêj yên têkoşêna rojnamevaniyê de, li Efrîn, Kobanê, Reqa, Girê Spî, Şengal û Başûrê Kurdistanê erka rojnamevaniyê bi layîqî pêk anî. Herî dawiyê jî berxwedana Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dagirkeriyê dişopand.

Hevalê me Nazim bi kesayata xwe ya dilnizm, kedkar û bîrewer di eniya herî pêş ya Çapemeniya Azad de cîh girt. Li her cihekî ku têkoşîna dijwar lê hebû, hevrêyê me Nazim Daştan bi kamera û penûsa xwe li wir bû. Weke şopdarekî Xelîl Dag, bi pênûs û kameraya xwe bûye zimanê heqîqetê. Weke rojnamevanek wêrek di rêwitiya dijwar û demdirêj a çapemeniyê de ji bo gelek sazî û dezgahehên Çapemeniya Azad xebat meşandin.

Em vê êrişa hovane ya li hemberî herdû hevalên me yên rojnamevan bi tundî şermezar dikin. Weke şopdarên heqîqetê em ê bi bîryardariyeke mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamereyên wan li erdê nehêlîn. Em bang li hemû rojnevamanan dikin ku bibin alîgirên rastiyê û bibin şopdarên Çapeniya Azad ku îro di oxira wê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Her wiha em bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan, dîsa saziyên mafên mirovan ên navnetewî dikin ku li hemberî vê hovîtiyê denge xwe bilind bikin.

Weke Çapemeniya Azad em soz û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên ragihandinê nû dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Kobanê: Em ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nakin.

Nivîsa Pêş

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê çalakî kirin

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê çalakî kirin

Milîsên HBDH'ê li Stenbolê çalakî kirin

Qetilkirina rojnamegeran li Amedê tê protestokirin

Qetilkirina rojnamegeran li Amedê tê protestokirin

Manşet

  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Em Soza Jiyan û Nemiriyê Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.