MINBIC – Li Minbicê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgirî dayîna berxwedana gerîlayan Çalakî hat lidarxist.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê ji bo silvakirina berxwedana gerîla meşeke erebeyan li dar xistin.
Meş ji ber navenda Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê dest pê kir û li nava kolanên yên bajêr geriyan, beşdaran alên jinên ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û wêneyên Rêber APO hilgirtin û dirûşmeyên “Biji Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Meş bi vegerandina navenda bajêr bi dawî bû, şêniyan piştgiriya xwe ya ji bo hêzên gerîla li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê anîn ziman.


