NAVENDA NUÇEYAN- MJAR’ê (Milisên Agir û Rojê) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku wan wesayita kesekî faşîst bi taktîkeke sabotajê şewitandine.
Di daxuyaniyê de ev hat gotin; “Di encama agahî û çavdêriya der barê kesê ku li Arnavutkoya Stenbolê hat şopandin de hat tespîtkirin ku ew kes alîgirê AKP’ê ye û li ser navê AKP’ê xebatên nîjadperestî û çeteyê dimeşîne. Milîsên me li dijî wesayîta luks a wî kesî çalakiyek sabotajê li dar xistiye. Di encamê çalakiyê de wesayît nayê bikaranîn.”



