Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

6 şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Edîtor: Helmet Dêrelok
03/11/2024 - 17:30
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Kurdistan, Mijarên Girîng, Nûçe, Video
Reading Time: 6 mins read
A A
6 şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê hatin bibîranîn
ParvekeTweet

ŞENGAL- 6 şervanên YBŞ’ê yên ku di 23-24’ê Cotmehê de di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibûn îro li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Di axaftinan de banga xurtkirin û mezinkirina hêzên parastina cewherî hate kirin û ev peyam hate dayîn: ‘’Emê heya Şengala xweser û azad têkoşîna xwe berdewam bikin.’’

Di 23-24’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer û balefirên bê mirov û biçek êrişî ser Şengalê kir û di encama van êrişan de 6 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn. Îro ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek hate lidarxistin û şehîd hatin bibîranîn. Li gel malbatên şehîdan, sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê Şengalê jî tevlî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Rêber Feqîr axivî û diyarkir ku hevalên wan ên ku di van êrişan de şehîd ketine ji bo ku karibin rê li ber fermanan bigirin û civaka xwe biparêzin çek rakiribûn. Rêber Feqîr bibîr xist ku ev ne cara yekeme Şengal rastî êrişên qirkirinê tê û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘Pêwîste em bizanibin ku çiqas êriş li ser me û çawa pêk hatin, ev êriş berdewamiya fermana ye. Hedef ji van êrişan ne YBŞ ye lê belê tunekirina gelê Şengalê ye. Dixwazin ev civak bê hêz û parastin bimîne û dewleta Tirk pirojeya xwe ya Osmaniya Nû li ser herêmê pêk bîne. YBŞ’ê tenê erka parastina vê civakê girtiye ser xwe. Em dibînin hevalên me ku ji dema fermanê ve ji bo parastina gelê xwe çek rakirine dibin hedefa dewleta Tirk û hevkarên wan ên xayîn.’

 

‘Ne tenê hêzên leşkerî, pêwîst e gel jî ji êrişan re amade be’

Rêber Feqîr li hemberî êrişan banga xurtkirina têkoşînê li gelê Şengalê kir û wiha pê de çû: ‘’Îro roja xîretê ye, fermana li ser Şengalê her berdewam e, ti hêviya me ji ti hêzek din nîne. Hêzên me yên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzdîxanê, di erka parastina vî gelî de ne. Pêwîst e gelê me bizanibe ku ev bedelên em didin ji bo vî gelî ne, pêwîst e her kes bizanibe ku ji bo parastina vî gelî em canê xwe dikin feda. Bi sedan şehîdên me yên pêşeng ji bo vî gelî canê xwe dan lê pêwîste em ji her tiştekî re amade bin. Ji ber ku me parastina vî gelî daye ser milê xwe, wê êriş û êşên mezin werin. Ti hêviya me ji hikûmeta Iraqê nîne û nemaye jî. Ji ber ne tenê li Şengalê lê li gelek ciha serweriya Iraqê tê binpêkirin lê Iraq bêdenge. Ji ber wê pêwîste hêviya me tenê bi gelê me hebe, em parastina xwe bi xwe mayînde nekin wê ti kes me neparêze. Lazim e ne tenê hêzên leşkerî, tevahiya gelê me ji her êrişê re amade be.’’

‘Me çawa Şengal rizgar kir, emê Şengala azad jî ava bikin’

Ji Fermandariya YBŞ’ê Rêber Feqîr di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ewê tola şehîdan li erdê nehêlin û got: ‘’Pêwîste em ji xwe bawer bin ku çawa me Şengal ji DAIŞ’ê rizgarkir emê wisa Şengaleka xweser û azad ava bikin. Gelek kes hene em dizanin ku destê wan di xwîna şehîdan de heye û ji aliyê PDK’ê û MÎT’ê ve hatine perwerdekirin. Em bang li gelê xwe dikin wan kesan di nava xwe de nehêlin. Em dost û dijminê xwe piştrast dikin ku her kesekî destê wan di xwîna hevalên me de hebe mutleq emê hesab ji wan bixwazin.’’

 

‘Emê têkoşîna xwe nîvco nehêlin, heya serkeftinê emê berdewam bikin’

Piştî axaftina Rêber Feqîr, berdevka Koordinasyona TAJÊ Riham Hico axivî. Riham Hico bale kişand êrişên bênavber ên li ser Şengalê û wiha axivî: ‘’Em dibînin ku gelek kese hene, hebûna YBŞ’ê dikin hincet ji bo van êrişan, lê pêwîst e her kesekî bizanibe ev kesên ku niha tên hedefgitin, eger ne bi saya van kesan be wê gelê me nikaribe bi ti awayî li ser axa xwe vegerin. Dewleta Tirk dixwaze pirojeyên xwe li Iraqê bibe serî, her hêzek ku ji bo pirojeyên dewleta tirk asteng e ew kes tên hedefgritin. Lê em vê peyamê didin, em li ser xeta bi sedan şehîdan, li ser xeta Rêber APO ne. Tekoşîna me daye destpêkirin emê nîvco nehêlin, tekoşîna ku me heya vir aniye emê heya serkeftinê dewam bikin. Di van êrişan de zarokên Êzidî û yê gelê me yê Ereb bi hevre şehîdkirin. Ev ji me re cihê serbilindiyê ye, ev wê peyamê dide ku çiqas em bi hêz in û peyam herî bihêz ya pêkvejiyanê ye. Çawa ji dema fermanê heya niha em xwe diparêzin ji niha û şûnde jî emê mafê xwe yê xwe parastinê pêk bînin.’’

‘Emê xeta şehîdan bibin serî’

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser Xwedêda Ilyas axivî. Xwedêda Ilyas destnîşankir ku hemû şehîdên tên dayîn ji bo Şengaleke xweser û azad e û wiha berdewam kir: ‘’Bi sedan sala ye em ji bo hebûna xwe bedelan didin. Lê pêwîst e her kesek bizanibe ku hebûna me ya li ser vê axê bi saya keda van şehîda ye. Niha li Şengalê gel vegeriyeye ser axa xwe û gelên Şengalê bê cûdahî bi hev re jiyan dikin. Ev pêkvejiyana ku li Şengalê heye bûye kelem di çavê dijmin û neyaran de. Îro dem hatiye ku em hedefa şehîdan a yekîtiya gelan pêk bînin. Çawa Mam Zekî, Hevalê Saît û bi dehan şehîdên din, dest bi xebatên Şengala xweser û azad kirin, em soz didin emê vê xeta ku şehîdan daye pêşiya me bibin serî.’’

Malbatên şehîdan jî di peyamên xwe de diyar kirin ku şehîd ne tenê ya wan e, şehîdên hemû Şengalê ne û banga xurtkirina hêzên parastina cewherî kirin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin û merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bidawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê pêşengeh

Nivîsa Pêş

Li Hesekê semînerek derbarê tundiya li ser jinan

Helmet Dêrelok

Nivîsa Pêş
Li Hesekê semînerek derbarê tundiya li ser jinan

Li Hesekê semînerek derbarê tundiya li ser jinan

TCŞ Grigny Fedaîyen Tabûra Nemiran bi bîr anî

TCŞ Grigny Fedaîyen Tabûra Nemiran bi bîr anî

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.