Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
03/09/2024 - 10:52
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewayî û bejahî ve 152 çalakî kirin. Di çalakiyan de 56 dagirker hatin cezakirin. Gelek alavên leşkerî jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser şopa fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) dimeşin, sala 40’î ya têkoşîna xwe ya destanî temam kirin û ketin sala têkoşînê ya 41’emîn. 40 salan bênavber parastina rewa ya gelê Kurd kirin, têkoşîna azadiyê ya çekdarî meşandin, li dijî hemû êrîş, konseptên tasfiyekirinê û planên qirkirinê li ser piyan man, hêviya serketinê ya gelê me yê bindest zindî hişt ku ev yek tena serê xwe serketineke. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji berxwedanên gelê Kurd ders wergirt, li gorî şert û mercên demê xwe guhert, di paradîgma û îdeolojiya Apoyî de xwe kûr kir, di taktîkê de xwe şareza kir û di gerîlatiyê de xwe kir hosta, êdî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest veguheriye çavkaniyeke sûdwergirtinê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sala 41’emîn a Cejna Vejînê, pêngava gerîla ya dîrokî 15’ê Tebaxê bi heybet pêşwazî kirin. Gerîlayên me ku bi biryardarî û ruhê fedaî yê Apoyî dest bi sala têkoşînê ya 41’emîn kirin, li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bênavber li ber xwe dan. Berxwedana destanî ya fermandara me ya fedaiyan a nemir Berwar Dersîm – Seyran Çomak a li Çiyayê Agirî, nîşanî dost û dijminan da ku heqîqeta Egîdbûyîn, Bêrîtanbûyîn û Zîlanbûyînê ya jinên Kurd ên azad têk naçe. Berxwedana nayê teslîmgirtin a hevrêyên me Eylem Stêrk – Meryem Onur, Sozdar Evîn – Betul Aydin û Armanc Devrîm – Hacer Tekîn a li Elkê û Kato Marînos heman heqîqet li qadên cuda raxist pêş çavan. Ev hevrêyên me ku di meha Tebaxê de şehîd bûn, pêşengî û lehengiya jinên Kurd ên azad di şexsê YJA Starê de nîşanî hemû jinan da, ruhê azadiyê da gelê me û jinan. Hevrêyên me Alan Milazgîr, Orhan Cîhat Bîngol, Rosîda Mêrdîn, Sara Tolhildan, Sema Cuya Çewlîk, Tîjda Jiyan û hevrêyên me yên din ên di demên cuda de şehîd bûn lê belê di nava meha Tebaxê de şehadeta wan hate ragihandin, bûn mînakên bijarte yên fermandariya gerîla ya Egîdbûyînê û bi vî rengî navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Em hevrêyên xwe yên ku li ser şopa fermandar Egîd meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê şopdarên şehîdan bin û careke din soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

Artêşa Tirk a dagirker li gel bombardûman û operasyonên bêhejmar ên li Bakurê Kurdistanê her wiha 90 carî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û sûcên şer kir. Hêzên me êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku xwe dispartin teknîkê têk birin, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîk, çalakî û rêbazên gerîla de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û gelek çalakî kirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tebaxê performanseke girîng a şer nîşan dan, ji hewayî û bejahî ve çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran li artêşa dagirker xistin. Di nava meha Tebaxê de Yekîneyên me yên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş 19 çalakiyên hewayî lidar xistin. Her wiha bi gelek rê û rêbazên gerîla 133 çalakiyên bejahî hatin kirin. Bi giştî 152 çalakî hatin lidarxistin. Medya şerê taybet û artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe yên di van çalakiyan de nixumandin, ku çalakî ji aliyê hêzên me ve bi belge û dîmenan hatin nîşandan. Di encama çalakiyên ehwayî û bejahî yên hêzên me de bi giştî 56 dagirker hatin cezakirin ku 3 ji wan bi paye bûn û 43 dagirker jî birîndar bûn.

Bîlançoya şer a berfireh a meha Tebaxê bi vî rengî ye:

ÊRIŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrişên bi balafirên şer: 350
Êrişên bi helîkopteran: 33
Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 90

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên gerîla yên ji hewayê hatin kirin: 19
Çalakiyên gerîla yên bejahî: 133
Temamiya çalakiyên gerîla: 152

KUŞTIYÊN DIJMIN

Dagirkerên hatin cezakirin: 53
Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 3
Dagirkerên birîndar bûn: 43

YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Wesayitên Leşkerî: 1
Cebilxane: 1
Drone: 4
Kamerayên Mobesse: 19
Çeper: 5
Kon: 8
Projektor: 5
Fotokapan: 1

YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN

Wesayitên leşkerî yên zirxî: 3
Kepçe: 4
Korkût (Sîstema Parastina Hewayî): 1
Konteynir: 1
Kon: 4
Kamerayên Mobesse: 1
Dedektor: 1
Çeper: 18

YÊN HATIN DESTESERKIRIN

Teqemenî: 1
Droneyên bombebarkirî: 1″

 

 

1 Ji 7
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Efrîqayî: Gendelî gefê li paşerojê dixwe û rê li ber koçberiyê vedike

Nivîsa Pêş

Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin

Ciwanên enternasyonalîst serdana Şengalê kirin

Ciwanên Stûttgartê: Werin Meşa Dirêj û dîwarên Îmraliyê hilweşînin!

Ciwanên Stûttgartê: Werin Meşa Dirêj û dîwarên Îmraliyê hilweşînin!

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.