Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“WERIN EM VÊ BÊDENGIYÊ TÊK BIBIN”

Li Berlînê bi bangewaziya hevpar a TekoJIN û Meclîsa Jinan a Dest Danê ji bo her du rojnamevanên jin ên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, mîtîngek hate lidarxistin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
24/08/2024 - 23:17
di nav Daxuyanî, Ewropa, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

BERLÎN– Li Berlînê bi bangewaziya hevpar a TekoJIN û Meclîsa Jinan a Dest Danê ji bo her du rojnamevanên jin ên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng li rex Kaiser- Wilhelmê hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û enternasyonalîst tevlî mîtîngê bûn.

Her wiha di mîtîngê de daxuyaniyek jî hate dayîn.

Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye;

“Qirkirinê bidin rawestandin! Piştevaniyê nedin polîtîkayên şer ên dewleta Tirk! Divê civaka navneteweyî tavilê li hemberî vê yekê derkeve û dawiyê li hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê bîne ku bi vî rengî dikare qirkirinên li dijî gelê Kurd werin sekinandin. Bi salan e dewleta Tirk li dijî herêmên gelê Kurd ên weke Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava bi awayekî sîstematîk êrîşan pêk tîne. Ev êrîş bi dayîna destûra qada hewayî  ji aliyê hêzên navneteweyî tên destekkirin ku ev jî ji bilî hevpariya qirkirinê ne tiştekî din e.  ewleta Tirk bi bikaranîna vê destûrê êrîşên IHA’yan yên sivîl tevgera jinên Kurd hedef digire, pêk tîne.

Qetilkirina rojnamegerên Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ya di 23’yê Tebaxa 2024’an de ya di encama êrîşa IHA’yên dewleta Tirk de careke din nîşan dide ku ev êrîşên dewleta Tirk  çi qasî nemerdane ne. Ev êrîşa xayîn ya li Silêmaniyê pêk hatî, bes nebûye sedema qetilkirina rojnamevanên bêsûc di heman demê de azadî û rastiya îfadeyê jî hate hedefgirtin. Em vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin û ji malbatên qurbanî û xebatkarên Çapemeniya Azad re sersaxiyê dixwazin. Ji ber ku hêzên navneteweyî hevkariya ya li gel Tirkiyeyê berdewam dikin, êrîş û qetilkirinên bi vî rengî pêk tên.’’

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî jî hate kirin û ev yek hatin gotin: ‘’Piştevaniya xwe ya ji bo polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bi dawî bikin û qirkirinên li dijî gelê Kurd bidin sekinandin! Destûra bikaranîna qada hewayî betal bikin. Hemû kesên bêdeng, hevkarên vî sûcê li dijî mirovahiyê ye! Gelê Kurd wê li hemberî vê lihevkirina qirkirinêli ber xwe bide û parastina nasnameya xwe bike. Ji bo azadî, edalet û mafên mirovahiyê werin di nava têkoşîna me de cihê xwe bigirin.’’

‘WERIN EM BÊDENGIYÊ TÊK BIBIN’

Li ser navê Meclîsa Jinan a Dest Danê Susanne Rosling axivî û ev yek anîn ziman:

‘’Em îro ji bo ku em li hemberî bêedaletiya li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê dengê xwe bilind bikin, hatine li ba hev.  Rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dronên dewleta Tirk ve bi awayekî nemerdane hatin qetilkirin. Ev jinên wêrêk ên karê xwe dikirin, bûn hedefa êrîşeke hovane ya ku bêdengkirina rastiyan hedef digirt. Ev êrîş parçeyeke qetilkirinên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî sivîl û rojnamevanan e. Tirkiye li Silêmanî, Şengal, Rojava yan jî Parîs li her derê bi dron û tîmên sûîqestê hewl dide ku dengên dijber bêdeng bike. Ev şerên dronan ji aliyê civaka navneteweyî ve nayên dîtîn. Lê belê em ê bêdeng nebin! Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd şerekî derqanûnî dimeşîne, ev şer ne bes şervanan di heman demê de sivîl, rojnamevan û mafên mirovan jî hedef digire. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van yekan bêdeng nemînin. Dawiyê li bêdengiya xwe bînin û ji bo edalet û rastiyê werin em bi hev re têbikoşin.

Gulîstan Tara û Hêro Behadîn rûmetên me ne û em dibêjin ku: Em ê bêdeng nebin! Werin ji bo edalet û rastiyê di nava têkoşîna me de cih bigirin.’’

Di mîtîngê de gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Şehîd Namirin’’ hatin berzkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Hesekê di çarçoveya “Xweparastinê” de xwe birêxistin dikin

Nivîsa Pêş

Ji Ciwan û Jinên Ciwan ji bo Rêber APO stand

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ji Ciwan û Jinên Ciwan ji bo Rêber APO stand

Ji Ciwan û Jinên Ciwan ji bo Rêber APO stand

Bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî; Zanebûn e

Bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî; Zanebûn e

Manşet

  • Ciwanek di girtîgehên hikumeta veguhêz de hat kuştin
  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin
  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    “Sê dilên paqij rê nîşanî me dan, îspat kirin ku parastina jîngehê û welat ne ji hev cuda ne.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Andok: Zimanê medyayê bêbaweriyê kûrtir dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Ragihandina Komalên Jinên Ciwan ji bo Bîranîna Şehîdan Klibek Çêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya Taybet: Komîn çi ye?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!: Xwendevanda Agirê, Rêhevala Prometheus’ê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê şehîd Sara, Ş.Vejîn û Ş.Bîşeng hat bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.