Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê: Werin em li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek

Komîteya Karên Derve ya PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK li hemberî berjewendiyên gelê Kurd helwesteke xiyanetiyê nîşan dide û bang li kesê kir ku li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek.

Edîtor: Nucan Serdoz
17/07/2024 - 15:02
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê: Werin em li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê bi vî rengî ye:

‘’PDK’ê komplo, propaganda û planên xwe yên herî qirêj pêş xistine û bi awayekî eşkere li hemberî berjewendiyên gelê Kurd xiyanetê dike. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li ser gelê Kurd qirkirinan pêk tîne, bi darê zorê gel dide koçkirin û li ser pîroztirîn nirxên gelê Kurd cenazeyên şehîdan û goristanan kiryarên bêexlaqî û dermirovî pêk tîne. PDK bi rejîmeke wiha re qedera xwe kiriye yek û li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê şer dike, yanî ev qasê ketiye rewşeke bê karakter. Teqez yê ku berê dewleta Tirk a dagirker û qirker dide başûrê Kurdistanê û rê li ber îlheqê vedike PDK bi xwe ye.  Hemû kiryarên weke talankirina xwezaya Kurdistanê, koçberkirina gel a bi darê zorê û wêrankirin û xirabkirina gundan encamên konsepta hevkar a hevkariya PDK û dewleta Tirk e.

PDK ne tenê di warê leşkerî de li gel dewleta Tirk hevkariyê dike. Her wiha êrîşên dewleta Tirk yên îlheq û dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê rewa dike û ji bo vê yekê bêyî ku fedî bike bi hewleke mezin li gel gelek aliyan hevdîtinan pêk tîne û hemû derfetên xwe yên dîplomatîk di vê çarçoveyê de bi kar tîne.

PDK bi propagandaya derewîn û ya ji deq dolaban pêk tê, hewl dide ku PKK’ê reş bike, rojevê biguherîne û sûcdaran veşêre. Gelê me pir baş dizane ku PKK tevgera civakî ya demokratîk a ekolojîk û azadîxwaz e. Di heman demê de gelê me rastiya zîhnîyeta mêrparêz, dijberiya jinan û dijmintiya ekolojî û xwezayê ya PDK’ê jî baş dizane. Her wiha PDK hê jî bêyî ku fedî bike û rûreş bibe, ji şewatên li Hewlêr û Kerkûkê PKK’ê weke berpirsiyar digire. Lê belê bi belge û delîlên şênber hatibû îspatkirin ku şewatên navborî bi hevkariya MÎT û Parastinê hatine derxistin. Dewleta Tırk a dagirker her roj û her kêlî gund û daristanên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û dişewitîne. Hemtawanê van kiryaran jî PDK bi xwe ye.

Konseya ewlekariyê ya bi navê Konseya Ewlekariya Herêma Kurdistanê ku di rastiyê de bes konseya ewlekariya malbata Barzaniyan e, bi awayekî qestî û nemerdane PKK’ê ji sûîqesta li dijî wesayita rayedarê PDK’yî Ekrem Salih weke berpirsiyar nîşan dide. Em bi awayekî eşkere diyar dikin ku em vê sucdariya bêbingeh û neheq red dikin. Piştî vê daxuyaniya PDK’ê ya bi qasî ku gefan li rêveberiya partiya me bixwe ji rê derketiye, li ku dera Başûrê Kurdistanê dibe bila bibe gava bûyerek li serê hevrêyên me qewimî wê teqez PDK weke berpirsiyar were dîtin.

Gelê me û em vê yekê baş dizanin ku li hin deverên Başûrê Kurdistanê di demên cuda de bi destê MÎT û Parastinê gelek şoreşger û welatparêz hatine qetilkirin. Gelê Kurd dubare baş dizane ku kujerên van cînayetan bi piştevaniya Parastinê çepilên xwe hejandine û çûne Hewlêrê. Pir eşkere ye ku berpirsiyariyên van cînayetan Parastin e.

Gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî û girîng re derbas dibe. Divê teqez hemû gelê me yê welatparêz, rewşenbîr, akademîsyen, partî û rêxistinên Kurdistanê li dijî xeta xiyanet û hevkariyê ya PDK’ê girêdayî xeta welatparêziyê bibin yek. Girêdayî vê yekê divê gelê me bizanibe ku bes bi vî awayî parastina hebûn, azadî û destkeftiyên gelê me pêkan e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Di Skorsky’a li Zapê hatî xistin de, yek jê serbaz bi giştî 12 dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaya, piştî 6 salan radest kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaya, piştî 6 salan radest kirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaya, piştî 6 salan radest kirin

Di 4’emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger 5 ciwan soza tevlîbûna gerîla dan

Di 4'emîn Kongreya Ciwanên Şoreşger 5 ciwan soza tevlîbûna gerîla dan

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.