Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

NPG: Em ê bi şopandina rêya Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ser bikevin!

NPG: Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ruhê fedayîtî û hêza têkneçûnê dan têkoşîna me ya ku bi pêşengiya Rêber Apo mezin bû û her roja xwe dîrokek lê zêde kir. Em ê li ser rêya van berxwedêran bi ser bikevin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2024 - 10:25
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG: Em ê bi şopandina rêya Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ser bikevin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya NPG’ê de, ev tişt hatin diyarkirin:

“Pêşengên me yên nemir Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek êşkenceyên herî hov ên mêtingeran vale derxistin û bi berxwedanê rêya serketinê vekirin. Di şexsê van pêşengan de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ruhê fedayîtî û hêza têkneçûnê dan têkoşîna me ya ku bi pêşengiya Rêber Apo mezin bû û her roja xwe dîrokek lê zêde kir. Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser rêya van berxwedêran bi ser bikevin.

Ji bo ku gelê me yê di bin qirkirinê de êş dikişîne, bibe xwedî siberojek azad, PKK’ê li Kurdistanê xeta berxwedanê afirand. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger ku dixwaze vê xetê tune bike, li Zindana Amedê li hemberî mirovahiyê sûcê herî mezin pêk anî. Pêşengên me tevî zilm û êşkenceyên giran jî rê nedan teslîmiyet û xiyanetê. Pêşengên me bedena xwe dilob bi dilop helandin û bi vî rengî rûmeta me, hêviya siberoja azad a gelê me û partiya me PKK’ê bi canê xwe parastin û Roja Rûmetê ya Neteweyî afirandin. Şehîdên me bi berxwedana xwe dîroka ku berjêr diçû, guherandin. Bi pêşengiya Fermandarê Mezin Egîd (Mahsum Korkmaz), Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkoşîna van şehîdên me dewr girt. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev têkoşîn bi Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û veguherand cejna vejînê ya gelê me. Ruhê Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê di fedekarî û fedayîtiyê de ala me ya têkoşînê gihand lûtkeyê. Hêzên gerîla yên fedayî ev ruh gihandin her parçeyekî xaka Kurdistanê û li dijî mêtingeran zemînê şerê gel ê şoreşgerî afirandin.

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker mîna duh, îro jî hemû rêbazên xwe yên şerê qirêj dixe dewrê û dixwaze bi tasfiyekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, rastiya Kurdê Azad û Kurdistanê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî afirandin, tune bike. Li ser vî bingehî dewleta Tirk hemû derfetên di destê xwe de seferber kiriye, êrîşên xwe zêde kiriye û bi vî rengî dixwaze encam werbigire. Hêzên me li dijî hemû êrîşan bi fedayiyane li ber xwe didin, ji bo parastina her parçeyê xaka Kurdistanê bêyî dudilî canê xwe datînin holê û nîşanî dagirkeran didin ku ew hevrêyên Kemal, Hayrî, Akîf û Alî Çîçekan e. Ev şehîdên me ji jiyanê hez dikin ku ji bo wê canê xwe feda dikin û li dijî xiyanetê jî berxwedanê bilind bikin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev ala berxwedanê li ba kirine û di serî de eyaletên Bakurê Kurdistanê, li Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi fedayiyane li ber xwe didin. Hevrêyên me nîşanî dost û dijmin dan ku ruhê berxwedanê yê PKK’ê ti carî têk naçe. Dagirkeran nekarîn dîwarê berxwedanê yê gerîla derbas bikin. Ku gerîlayan ev dîwarê berxwedanê bi tarzê şerê tîmên pispor, dewlemendiya taktîkî, performansa şer a bilind û serweriya teknîkê pêş xistin. Dagirker dîsa li hemberî fedayiyên Kurdistanê sûcê şer dikin, çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar tînin, hêviyê ji xiyanet û hevkariyê dikin û bi vî rengî hewl didin encam werbigirin. Tevî hemû êrîşên nemerdane yên dermirovî, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Ruhê Berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê tawîzê nade û welatê me Kurdistan û doza azadiyê ya gelê me bi fedayiyane diparêze.

Weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku pêşengê Şerê Gel ê Şoreşgerî ne, em bi wesîleya salvegera 42’yemîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê diyar dikin ku em ê bêyî dudilî têkoşîna xwe ya li ser xeta fedayîtiyê bidomînin. Em ê li ser Xeta Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê israr bikin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Em bi vê baweriyê gelê xwe yê welatparêz û berxwedêr û hevrêyên xwe yên ku li her qadê têdikoşin, silav dikin û serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Armanca êrîşên dagirkeriyê zindîkirina xeyalên Mîsaqê Milî ye’

Nivîsa Pêş

Dîmenê Çalakiya Gerîla ya Rojavayê Zap’ê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê Çalakiya Gerîla ya Rojavayê Zap’ê

Dîmenê Çalakiya Gerîla ya Rojavayê Zap'ê

Turnuvayê Şehîd Pîr Çeko bi dawî bû

Turnuvayê Şehîd Pîr Çeko bi dawî bû

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.