Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

20 Hezar Jin ji bo Rêber APO name şandin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) diyar kir ku zêdeyî 20 hezar jinan li dijî tecrîdê name ji CPT’ê re şandin û got: “Em bang li CPT’ê dikin ku wezîfeyên xwe bi cih bîne.”

Edîtor: Axin Mahir Dicle
09/07/2024 - 14:29
di nav Çalakî, Daxuyanî, Ewropa, Giştî, Hemû Nûçeyan, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
20 Hezar Jin ji bo Rêber APO name şandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Di çarçoveya pêngava ‘ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, 19’ê Nîsanê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re hate destpêkirin. Di nava wexteke ji sê mehan kêmtir de, ji gelek welatan bi tevlîbûna jinan kampanya hate meşandin û temamkirin.”

Daxuyaniya TJK-E’yê bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a faşîs 41 meh in nahêle Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û bi vî rengî bêhiqûqiyeke ku li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin, pêk tîne. Polîtîkayên tecrîdê ya li hemberî Rêber Apo tê meşandin, weke dewama polîtîkayên qirkirinê ye. Erdoganê dîktator bi êrîşên dagirkerî û komkujiyê armanc dike ku Tevgera Azadiya Kurd biqedîne, lê ev yek wê dawiya wî bi xwe bîne. Berxwedana gerîla û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd, ev plan têk birine. Paradîgmaya Rêber Apo ya li ser esasê demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk, li dijî sîstema kapîtalîst bûye alternatîf. Ku sîstema kapîtalîst rû bi rûyê krîzeke mezin e.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DURÛTIYÊ DIKIN

Erdoganê dîktator armanc dike ku li Rojhilata Navîn hîn zêdetir hakimiyeta xwe ava bike û hem desthilatdariya xwe mayînde bike, hem jî weke lîderê ku xeyalên Neo Osmanîtiyê pêk anî, derbasî dîrokê bibe. Li gel vê yekê li herêmê şer, komkujî, koçberî, girtin, tundiya li ser jinê, tecawuz û femîcîdeyê pêk tîne û dagirkerî û kaosê tîne qadên jiyanê yên gel. Welat û saziyên demokratîk ên ku qaşo li ser esasê demokrasiyê hatine avakirin, li hemberî van polîtîkayên qirkirinê bêdeng dimînin û durûtiyê dikin. Ev yek nîşan dide ku ew jî piştgiriyê didin van polîtîkayên qirkirinê yên Erdoganê dîktator.

Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd û tecrîda mutlaq, di bin berpirsyariya hêzên navneteweyî de ye. CPT jî weke dewama van polîtîkayên qirkirinê, ji dervey wezîfeyên xwe disekine. CPT divê ji bo tunekirina tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, pêkanînên pêwîst bike û raporên şandeya çavdêr a têkildarî vê yekê ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bike. Ev saziya ku di bin berpirsyariya konseya Ewropayê de ye, divê wezîfe û mîsyona xwe bi cih bîne û destûrê nede polîtîkayên Tirkiyeyê.

ZÊDEYÎ 20 HEZAR JINAN JI CPT’Ê RE NAME ŞANDIN

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê me 19’ê Nîsanê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de kampanyaya ‘şandina nameyan a ji CPT’ê’ da destpêkirin. Ji gelek welatan me bi tevlîbûna bi hezaran jinan ev kampanya bi rêve bir û temam kir. Me 3 mehan kampanyaya şandina nameyan domand û di vê çarçoveyê de zêdeyî 20 hezar jinan bi nameyên ku şandine wezîfeyên CPT’ê bi bîr xistin û bang lê kirin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Divê demildest tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û têkildarî rewş û tenduristiya wî rapor bê eşkerekirin. Em car din bang li CPT dikin ku wezîfeya xwe bi cih bîne. Yan wê li hemberî dîrokê hesab bide.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de em ê bi kampanya û çalakiyên nû dewam bikin. Em jin azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û heta ku em vê yekê pêk tînin, em ê bê navber çalakiyên xwe bidomînin.

JINÊN KURD WÊ LI SER PIYAN BIN

Di heman demê de em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê li ser xaka Kurdistanê dimeşîne, têkoşînê hîn geştir bikin. Dewleta Tirk a faşîst li aliyekî êrîşên dagirkeriyê pêk tîne, li aliyê din jî xaka Kurdistanê dide ber agir û bi vî rengî qirkirina ekolojîk pêk tîne. Gelê Kurd û jin wê mîna her car, îro jî li dijî van êrîşan li ser piyan be.

Li ser vî bingehî di serî de jin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de têkoşînê geş bikin û li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên gerîla li Zap, Xakurkê û Heftanînê gelek çalakî lidar xistin

Nivîsa Pêş

850 girtî bi jehrê ketin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
850 girtî bi jehrê ketin

850 girtî bi jehrê ketin

Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket

Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.