Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şêxên eşîrên Ereban: “Em bi QSD’ê re ne “

Şêxên eşîrên Ereban li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker diyar kirin ku ew bi Rêveberiya Xweser re ne.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/07/2024 - 18:03
di nav Giştî, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
Şêxên eşîrên Ereban: “Em bi QSD’ê re ne “
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên kantonên Reqa û Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmê ji niştecihên wan vala bike û got ew li hemberî êrişan bi hev re li ber xwe didin.

Ji şêxên qebîleya Benî Seîd a li Minbicê şêx Fehed Şilaş diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ji berê ve ne, lê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve êrişên xwe yên dagirkerî û koçberkirina gel zêdetir kirine.

Şilaş bi bîr xist ku dewleta Tirk di salên dawîn de beşine Sûriyeyê dagir kirin, demografiya wan guhert û xêr û bêra wan talan kir.

Şêx Şilaş li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk girîngiya hevgirtina pêkhate û eşîran destnîşan kir û got: “Li dijî planên dagirkeriyê em bi hev re ne.” Şêx Fehed Şilaş di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Divê eşîr û gelê Sûriyeyê bi giştî hay ji hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derxistina fitneyan di nav civaka Sûriyeyê de hebin. Dewleta Tirk li ser têleke xetere dilîze ku ne li gorî berjewendiyên me ye.”

Rûspiyê eşîra El Bû Sultan a li kantona Minbicê Şêx Mahir El Hec Mihemed jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişan, şerê taybet û şerê aborî hewl dide projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe.

El Hec Mihemed jî destnîşan kir ku dê destkeftiyên xwe biparêzin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe armanc dikin me lawaz bikin û me ji xaka me koçber bikin. Lê ev armanc pêk nayê, ji ber ku em xwediyê vê axê û vê şoreşê ne, berdêl çi dibe bila bibe dest ji xaka bernadin. Em nahêlin dagirker xaka me li pêşiya çavên me dagir bike. Em ê şer bikin û xaka xwe biparêzin. Her tiştî li ber çavan xuya ye, planên Tirkiye ku hewl dide welatê me dagir bike aşkera ne.”

Şêxê eşîra El Elî ya li kantona Reqayê Remedan El Rehal jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber çavên civaka navneteweyî ya di nava bêdengiyê de êrişî şêniyan, qada aborî û binesaziya herêmê dike û sûcên şer dikin.

Remedan El Rehal da zanîn ku dewleta Tirk şerê taybet li dijî projeya Rêveberiya Xweser bi kar tîne da ku xaka Sûriyeyê dagir bike û planên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve daniye ber xwe bi cih bîne.

Şêx Remedan Rehal di dawiyê de diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîran bi QSD’ê re ne û got: “Em parastina xaka xwe bidomînin.”

Rûspiyê eşîra El Birêc Şêx Hisên El Berces êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: “Ev êriş hemdemî serketinên Rêveberiya Xweser di hemû qadan de ku Tirkiyeyê bê çare kiriye tên kirin.”

El Berces bang li civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bînin û diyar kir ku şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bi QSD’ê re ne û got: “Heta mîsogerkirina serkeftinê em ê li hemberî êrişan bisekinin.”

ANHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

“Dewleta Tirk bi alîkariya PDKê çeteyên DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye”

Nivîsa Pêş

Eleqeyek mezin ji bo konsera ku ji bo Rêber APO li Bolonyayê hatiye lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Eleqeyek mezin ji bo konsera ku ji bo Rêber APO li Bolonyayê hatiye lidarxistin

Eleqeyek mezin ji bo konsera ku ji bo Rêber APO li Bolonyayê hatiye lidarxistin

Nîşana nîjadperesti roja salvegera Komkujiya Sêwasê bu sedama lêpirsînê

Nîşana nîjadperesti roja salvegera Komkujiya Sêwasê bu sedama lêpirsînê

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.