Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zilar Stêrk: Çalakiya Zîlanê xala werçerxê ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku çalakiya fedayî ya Zîlanê ji aliyê îdeolojîk, civakî, siyasî û têkoşîna jinê ve xaleke werçerxê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/07/2024 - 9:54
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Zilar Stêrk: Çalakiya Zîlanê xala werçerxê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir ku 50 sal in têkoşîneke hebûnê, nasnameyê, çandî, siyasî, leşkerî, ekonomîk û civakî tê dayîn û got: “Bi vî rengî kêm jî be li Kurdistanê jiyan bi wate bû. Li Kurdistanê jiyan bi nirx bû. Baweriya gelê Kurd êdî baweriya jiyana azad e. Hemû hevrêyên ku niha di tunelên berxwedanê de şer dikin, şopdarên Zîlan, Gulan û Semayê ne.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Stêrk TV bû û bersiva pirsên Gulan Avrêl da.

Zilar Stêrk anî ziman ku gelek pirsgirêkên gelê Kurd hene û wiha got: “Ji aliyê neteweyî, hebûn, nasname, siyasî, leşkerî, civakî, rêxistinî, perwerde, zanist û kesayet ve pirsgirêkên me hene. Yê ku çareserî ji pirsgirêkên me re hilberand û ev çareserî pêş xist jî Rêber Apo ye. Eger Rêber Apo nebûya, weke gelê Kurd ê rû bi rûyê qirkirinê hatî, gelo me wê bikarîba dozeke wiha xurt rêxistin kiriba û pêş xistiba, ev mijara nîqaşê ye. Lewma Rêber Apo hate hedefgirtin. Em ewqas bi hêsanî nehatin sala 1996’an.

Dijmin di 6’ê Gulana 1996’an de ji bo Rêbertî weke fîzîkî tune bike, êrîşeke sûîqastê pêk anî. Li ber akademiya ku Rêbertî lê dimîne, wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Armanca vê êrîşê ew bû ku gelê Kurd bê lîder bihêlin. Nêrînên siyasî yên Rêbertî pir kûr in, dijminê xwe pir baş nas dike. Ev zanebûn, di pêşeng, kadro û milîtanên Tevgerê de jî çêbûbû. Bi saya tedbîrên Rêber Apo û Tevgerê, ev êrîş vale hate derxistin.”

Zilar Stêrk diyar kir ku şehîd Zîlan şervaneke du salan bû û got: “Heval Zîlan demek dirêj li çiyayan gerîlatî nekir. Lê keseke bi zane û welatparêz bû. Çalakiya heval Zîlan ne tenê leşkerî bû. Zîlan Heval bi zanebûn û îradeya ku ji Rêber Apo û Tevgera Azadiyê wergirtî, biryar da ku çalakiya fedayî bike. Di warê leşkerî de, çalakiyeke pir stratejîk e. Di şerê gerîla de taktîk û stratejiya demê diyar kir, lê pêşî li gelek tiştan jî vekir. Çalakiyeke pir pîroz û mezin bû. Ev çalakiya Heval Zîlan ji demê re bû bersiv.

Çalakiya Heval Zîlan ji aliyê îdeolojîk, civakî, siyasî û têkoşîna jinê ve bû xaleke werçerxê ya pir mezin. Zîlanê konsepta dijmin ji her alî ve pûç kir. Divê em derbarê Heval Zîlan nirxandin û analîzên pir kûr bikin. Heval Zîlan bi sekna xwe bandor li jin-mêr, her kesê kir. Bi hezaran ciwanên Kurd bûn şopdarê Zîlanê. Heval Sema Yuce li pey şopa heval Zîlan meşiya, li Girtîgeha Çanakkaleyê çalakiya xwe lidar dixe û di nameya xwe de dibêje, ‘Xweziya min jî çalakiyeke weke ya hevrê Zîlanê pêk anîba. Zîlan di çalakiya xwe de mirinê dikuje. Li Kurdistanê xeta di navbera jiyan û mirinê de, filû bû. Êdî wateya jiyanê nemabû, jiyan di asta biyolojîk de bû. Jiyan bi têkoşînê wate bi dest dixe. Mirov ji bo jiyana xwe bi wate bike, têdikoşe.

50 sal in em têkoşîneke hebûnê, nasname, çandî, siyasî, leşkerî, ekonomîk û civakî dimeşînin. Bi vî rengî kêm jî be li Kurdistanê jiyan bi wate bû. Li Kurdistanê jiyan bi nirx bû. Bi saya Rêber Apo, bi saya Zîlan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Leyla û hevrêyên din jiyan bi wate bû. Êdî jiyana mirov bi nirx e. Baweriya gelê Kurd êdî baweriya jiyana azad e. Hemû hevrêyên me yên ku niha di tunelên berxwedanê de şer dikin şopdarên Zîlan, Gulan û Semayê ne.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parastina Rêber Apo, parastina gelê Kurd e. Parastina Rêber Apo parastina jiyana azad e. Rêbertî jiyana Kurd jinûve zindî kir û ava kir. Xwedî derketina li Rêber Apo, wezîfeyeke bingehîn e. Heval Zîlan di nameya xwe de; wezîfeya parastina gelê Kurd û Rêbertî dide me. Bi saya sîstem û paradîgmaya Rêber Apo li her devera cîhanê dost û hevrêyên Kurdan zêde bûne.

Bi pêşengiya dostên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gav tên avêtin. Gelê me û jin divê têkildarî vê yekê lêkolînan bikin. Divê di her warî de tevlîbûn ji vê pêngavê re çêbibe. Ji vir şûnde divê tevlîbûna ji pêngavê re hîn zêdetir bibe. Bihêlin bila zarokên we mirinê têk bibin, çima hûn ditirsin? Tevlîbûna jinên Kurd ji vê pêngavê re, pir girîng e. Pir dixebitin û hewldanê dikin. Piranî jin vê pêngavê dimeşînin. Jin di asta navneteweyî de roleke pêşeng dilîzin. Ez ked û hewldanên wan silav dikim, lê jin divê reng û navê xwe xwe hîn zêdetir di pêngavê de diyar bikin. Divê dirûşmeyên xwe di asta xweser de zelal bikin, argumanên xwe ava bikin. Her wiha divê çalakiyên serbixe jî pêş bixin. Ez dostên me yên ku ev pêngav pêş xistine, car din silav dikim. Ez bang dikin ku tarzê vê pêngavê dewlemend bikin û çalakiyên bi bandor bidomînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

4 jinên ciwan biryara tevlîbûna PKK dan!

Nivîsa Pêş

Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan şevek ya bîranînê hate lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan şevek ya bîranînê hate lidarxistin

Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan şevek ya bîranînê hate lidarxistin

Milîsên MAKê li trafoya şaxa tevgera taybet a Amedê çalakiyê sabotaj kirin

Milîsên MAKê li trafoya şaxa tevgera taybet a Amedê çalakiyê sabotaj kirin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.