Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

“Xwendina rast dibistana Serokatî ye”

Edîtor: Çekdar Amed
20/06/2024 - 23:12
di nav Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
“Xwendina rast dibistana Serokatî ye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro komekî 20 xort û jinên ciwan bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe di nava refên tevgera azadiyê de ragihand. Ciwanan derbarê sedemên tevlîbûna xwe bi Ajansa Nûçe Ciwan axivîn û banga xwe ji bo tevahî ciwanan diyar kirin.

AMARA KENDAL

“Navê min Amara Kendal e, ez ji bajarê Efrînê me. Dema mirov behsa Kurdistanê bike, behsa welatê xwe bike, behsa axa xwe bike, behsa Rêbertî bike, mirov bifikire, jiyanekî xeyalî ye. Ev di nav civakê de nîne.”

EZÊ ÇIMA BÊDENG BIMÎNIM?

“Ez tevlî bûm ji ber hinek nakokî di navbera min û kesayeta min de çêbûn. Wek xwendekar, wek ciwan û jinên ciwan, wek tevgera azadiyê em her tim bang dikin, slogan bang dikin. Em dibêjin “Bê Serok Jiyan Nabe”, em keleka refên gerîla disekînin. Me dît dewleta Tirk çi dike ji gerîla re. Li Zap, Metîna, li Avaşîn bi çekên kîmiyawî li wan dide. Ev tişt dihêle mirov bandor bibe. Dihêle mirov êşê hevalên xwe hîs bike, hevaltiyekî durust. Dema mirov vê hîs bike, xwe têxe şûna wan, bi rastî pê bandor dibe. Min got, çima ezê bêdeng bimînim. Ez dibînim ewqas desthilatdarî, zordarî li ser gelê me û ciwanên me tê çêkirin. Em wek ciwan mafê me tê xwarin. Mafê me ne di civakê de, ne di derekî de, nîne. Çima emê bêdeng bimînin li hemberî vî tiştî? Ev pirs di min de çêbûn. Çima jin bindest e? Dema mirov vê behs bike, mirov her diêşe.”

YÊ KU LEWAZ DIBE DIJMIN E

“Yê herî girîng jî ku mirov lêpirsîn bike, çima dewleta Tirk Rêbertî 26 sal xist zindanê. Ev rastiyek e. Ev lewaztiya dijmin beramberî me diyar dike. Dijmin dixwaze em lewaz bin, lê yê ku lewaz dibe di vê derê dijmin e, ne em in. Em tu carî lewaz nabin. Em mîlîtanên Apoyî ne. Em her ku diçin bi hêz dibin. Rêbertî ne li gel me ye, lê pirtûkên wî li gel me ne, fikir û felsefeya Serokatî di hindurê me de ye. Dijmin çiqas êrîş bike, nikare.”

EZ HATIM VIR Û MIN JIYAN KIR

“Ji ber vê ez tevlî bûm, min soza tevlîbûna xwe da tevgera azadiyê, Partiya Karkerên Kurdistanê. Piştî ku ez tevlî bûm min dît ku di jiyana min ê berî min jiyan nedikir, ez mirî bûm. Ez hatim vir û min jiyan kir. Ez di gola nezanînê fetisîbûm.”

XWENDINA RAST DIBISTANA SEROKATÎ YE

“Banga min ji bo hemû cîhanê, hemû ciwanên cîhanê, hemû jinên ciwan, bi taybetî ciwanên xwendekar, tevlî refên gerîla bibin, ji ber xwendina rast, û yê ku mirov digihînê asta bilind, akademiya Serokatî ye, dibistana Serokatî ye.”

AZADÎ, AZADIYA FIKIR E

“Ez banga hemû ciwanên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikim ku ber xwe bidin vê partiyê. Mirov li vê derê jiyan dike û azadiya xwe hîs dike. Azadî ne ew e ku mirov di nav civakê de tevbigere. Azadî, azadiya fikir e. Dema mirov di kurahiya fikir de dikeve, wê azad bibe.”

WELAT CAN

GERÎLA NE WEK TEVGERÊN DIN

Ez Welat Can im, ji Helebê me. Ez li ser fikir û felsefeya Rêber Apo derketim çiyayan. Ez ji hevalên gerîla bandor bûm, ji mitewaziya xwe û ji însanetiyê xwe. Însaniyetê wan ne normal e. Pir partî û tevger çêbûn, lê gerîla ne wek tevgerên din. Mitewazîbûna wan, eşqê wan ji gel re, eşqê wan ê ji axê re, tekoşîna wan ji bo parastina gelên bindest, şerê wan li hemberî kapîtalîzmê, li hemberî yekdestî, li hemberî bê edaletî, ev tişt di tu partiyekî din de tune. Me pir tevger dît û me krîz (qeyran) dît. Me dît ku li Sûriyê hevalên gerîla sîstema parastinê avakirin. Me pir berxwedan dît, weke berxwedana Rêber Apo a 26 sal di girtîgehê de, hemû ji bo gel, ji bo dozekî. Rêber Apo berxwedana gelê kurd pêşxist, lê Rêber Apo enternasyonalîst e, tekoşîna wî ji bo gelên ereb, kurd, aşûrî, suriyan, ji bo hemû gelên cîhanê ye. Ev tê wate ku her kes dikare fikirekî demokratîk û enternasyonalîst ji xwe re bigire, û bi vê fikirê em îro ber xwe didin çiyayan.

KAPÎTALÎZM KESAYETA CIWANAN DAGIR DIKE

Li ser vê bingehê, pêwîst e em wek enternasyonalîst li hemberî kapîtalîzmê şer bikin, li hemberî sîstemê ku tevahî ciwanên cîhanê bandor dike. Kapîtalîzm kesayeta ciwanan dagir dike. Ev yekê tê kirin ji bo ku sîlehên xwe û fikirê xwe ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn pêşbixe. Ev şerekî li dijî me ye. Lê em berovajî wê ne. Rûxmê ku sîlehên me sivik in, sekna me xurt e. Roja îro faşîzmê Tirk hemû cureyên çekan bikartîne, weke çekên kîmiyawî. Lê îradeya me xurt e, em girêdayî rêberê xwe û şehîdan in. Lazim e em li ser rêyê wan bin. Divê em pêşerojê ji bo nifşên nû ava bikin. Em xizmeta kapîtalîzmê û dewletên desthilatdar nakin.

HEMÛ GELAN DERDORA GERÎLA KOM BÛN

Li hemberî me hemû cureyên sîleh û teknolojî hatin bikaranîn, û şerê îdiyolojîk jî tê meşandin, bi taybet li hemberî ciwanan. Ciwan weke pêşerojê civakê tên dîtin. Lê xort û jinên ciwan ne di xema wan de ye, tiştek ne di xema wan de ye. Îradeya me wê xurt bimîne ji ber em girêdayî doza welatê xwe, girêdayî rêberê xwe, girêdayî şehîdên xwe, girêdayî çanda xwe. Ji bo yek bibe hêz yekîtî pêwîst e. Ev yekê jî divê girêdayî çand be. Roja îro, bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya biratiya gelan, hemû gelan bi nasnameyê xwe derdorê gerîla kom bûm. Kurd, ereb, aşûrî, suriyan hene.

EGER DIJMIN ÎRO ÊRÎŞÊ KURDAN DIKE, WÊ SIBEH ÊRÎŞÊ EREBAN BIKE

Ez dixwazim bangawazî bikim, bi taybet ji bo gelê ereb, ku bi cesaret be û tola şehîdên xwe rakin. Weke şehîd Botan Reqa, şehîdê ereban. Ez hezkirin ji hemû gel û hevalên xwe yên ereb re dişînim. Gelê ereb, û bi taybet ciwanên ereb di asta Sûriyê û di asta Rojhilata Navîn de jî zêde bû. Divê ew ji xewê xwe rabin û şiyar bin ji bo welatê xwe. Divê em welatê xwe biparêzin. Ji ber planên dijmin dêmdirêj in. Eger îro êrîşê kurdan kir, wê sibeh êrîşê ereban bike. Ez dixwazim bangawazî bikim ku divê em hemû, ciwanên ereb, kurd, aşûrî, vê fikir bigirin. Divê li ser şopa vê fikir bimeşin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Zanîngeha Valenciayê fikrên Rêber APO hatin nîqaşkirin

Nivîsa Pêş

Banga jinên ciwan ji bo konferansa TekoJIN

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Banga jinên ciwan ji bo konferansa TekoJIN

Banga jinên ciwan ji bo konferansa TekoJIN

Li Atînayê meşa ‘Ji Rêber APO re Azadî’ hat lidarxistin

Li Atînayê meşa 'Ji Rêber APO re Azadî' hat lidarxistin

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.