Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li Metînayê fedayî çarenûsa şer diyar dikin

Gerîlayên li Metînayê ji bo parastina xaka xwe û rûmeta gelê Kurd, her roj bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa Tirk dixin.

Edîtor: Nucan Serdoz
18/06/2024 - 11:00
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li Metînayê fedayî çarenûsa şer diyar dikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Ruken Tolhildan nivisand:

 

“Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi berxwedanên dîrokî û destanan tejî ye. Tevgera Azadiya Kurd nîvsedsal in, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têkoşîn û berxwedaneke bê hempa dimeşîne. Niha konsepta dagirkeriyê li Metînayê dijwar bûye. Dewleta Tirk ji Gulanê ve êrîşên xwe hîn mezintir kiriye û dixwaze emela xwe ya dagirkeriyê ya 5 salan bigihîne encamê.

Dewleta Tirk ji bo ku Metînayê bi temamî dagir bike, bi salane serî li her cure rê û rêbazên qirêj da. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan car tank, top, SÎHA, çekên qedexekirî, çekên kîmyewî û taktîk nukleer bi kar anî, lê li dîwarê berxwedana gerîla ket û encam newergirt. Dewleta Tirk bi derewa “tunekirina terora ku ji bo sînorê Tirkiyeyê gef e” teknîka ji NATO’yê wergirtî jî, bi kar tîne û armanc dike ku temamiya Kurdistanê di qirkirinê re derbas bike. Lewma dewleta Tirk a dagirker her zindiyê ku li ser xaka Kurdistanê dijî, ‘terorîze’ dike û lewma ne tenê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike hedef, gelê sivîl ê li herêmê jî qetil dike û xwezaya Kurdistanê jî talan dike.

XIYANETA HEVKARAN

Li hemberî van hemû êrîşên dermirovî û derexlaqî yên dijmin, dinya jî kor, ker û lal e. Dewleta Tirk a dagirker ruxmî hemû alîkariya NATO’yê jî, nekarî armancên xwe pêk bîne. Dijmin li hemberî berxwedana gerîla bêçare ma û vê carê xwe hembêzî Malbata Barzanî ya hevkar kir. Li Metînayê dagirkerî û xiyanet bi hev re ye. Malbata Barzanî ji bo ku dagirker bi wesayîtên zirxî bikevin herêmê, rêyan çêdike. Piştre ji bo ku dijmin bikare hîn hêsantir bombe li qadê bibarîne, dest bi valekirina gundên li herêmê kir. Malbata Barzanî ya ku ev yek jî bes nedît, ji bo ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê bi cih bibe dest bi avakirina baregehan kir. Ev yek di heman demê de rastiya vê malbatê jî radixe ber çavan. Bi vê xiyanetê xaka Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî radestî dagirkeriyê kirin.

WÊ RÛMETÊ WINDA BIKE, LÊ WÊ TIŞTEKÎ BI DEST NEXE

Eger îro armanca destpêkê ya dijmin tunekirina PKK’ê be, bê guman armanca duyemîn jî tunekirina statuya Başûr e. Malbata Barzanî bi vê hevkariya xwe ji bilî windakirina rûmeta xwe, tiştekî din bi dest naxe. Tevî hemû êrîşan, bêdengiya cîhanê û hevkariyê jî çi dibe bila bibe, gerîla tawîzê ji têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran nade. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî raber dike. Gerîla bi çalakiyên xwe bersiva êrîşên dijmin dide û ji bo jiyan û welatekî azad canê xwe feda dike. Gerîlayên li Metînayê ji bo parastina xaka xwe û rûmeta gelê Kurd, her roj bi çalakiyên xwe derbeyên giran li artêşa Tirk dixin.

GERÎLAYAN EW LI GIRÊ HEKARÎ ASÊ KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker dixwest hin girên stratejîk bi dest bixe û gerîlayan dorpêç bike. Ruhê berxwedanê ya ku bi pêşengiya fermandar Azê û Nûrî Yekta di tunelên şer ên li Girê Hekariyê de pêş ketî, derbeyeke mezin li dagirkeran xist. Dîsa bi pêngava şoreşgerî ya ku bi pêşengiya gerîlayên fedayî Binevş, Amed û Baran di sala 2022’yan de hate destpêkirin, îtîbara dewleta Tirk hilweşiya. Her wiha pêngava şoreşgerî ya bi pêşengiya lehengên mîna Roza, Hekîm, Rûken, Serhildan, Karasûngûr, Serhed û Nûman di sala 2023’yan de pêk hatî, derbeyeke giran li dagirkeran xist û ew li Girê Hekarî asê kirin.

BERSIVA PÊWÎST JI DAGIRKERAN RE TÊ DAYÎN

Gerîlayan hemû hedefên dagirkeriyê yên li Girê Hekariyê, îmha kirin. Evane hemû bi saya ruhê fedayî yê gerîla ne. Her wiha di tunelên şer ên Girê Ortê de, bi pêşengiya gerîlayên bi navê Berçem, Rustem, Jiyan, Ciwan û Şahîn berxwedan hate raberkirin. Vê berxwedanê mohra xwe li dîroka berxwedana gelê Kurd xist. Fedayiyên Rêber Apo bi sekneke lehengane bersiva pêwîst dan hêzên dagirker. Gerîlayan car din bi berxwedan û çalakiyên xwe nîşan dan ku li çiyayên azad cih ji dagirkeriyê re tune ye. Ev sekin û berxwedana gerîla îro ne tenê li Metînayê, li her parçeyê xaka Kurdistanê dewam dike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Besê Hozat: Dewleta Tirk li Metîna û Zapê asê bûye

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand

Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand

Çalakiya girtiyan a ‘Ji Rêber APO re azadî’ didome

Çalakiya girtiyan a 'Ji Rêber APO re azadî' didome

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.