Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serketinan

Canşêr li gel temenê xwe yê ciwan bi berpirsyariyeke dîrokî, bi xwînsariya fermandarekî şer meşiya. Rûmet û serketina şerê gerîla yê demê di temenê xwe yê 20 salî de bi cih kir.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
10/06/2024 - 9:53
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serketinan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Li çeperên berxwedanê yên Kurdistanê şervanên herî fedaî yên serdemê hene. Çawa ku her şer leşker û fermandarên xwe diafirîne, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî fedaiyên xwe yên serdemê diafirîne.

Canşêr Şêrawa (Kemal Merwan Oso / Efrîn) li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji dayik bû. Beriya operasyonên şoreşgerî yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê me ew nas kir. Yek ji wan gerîlayan bû ku bi rengekî çalak beşdarî hemû amadekariyên çalakiyê bû ku di bin fermandariya Andok Adil û Hewrê Çiya de hate birêxistinkirin. Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tevlî keşfên çalakiyê bûbû. Çû heta nêzî çeperên leşkerên dijmin, rewşa wan, liv û tevgera wan, teknîka li ber destê wan û meylên wan yek bi yek tespît kiribû.

TECRÛBEYA XWE YA DESTPÊKÊ JI EFRÎNÊ BÛ

Hîn gelekî biçûk bû bajarê wî, yanî Efrîn li êrişên dagirkeriyê rast hatibû. Hingî şer nas kiribû û tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlayê li Efrînê dîtibû. Di êrişeke hewayî ya li ser Efrînê de bi giranî birîndar bûbû, lê belê bû yek ji wan kesan ku heta kêliya dawî îradeya Efrînê parast. Dem û cihê tolhildanê tine bû, lewma ji bo hilanîna tola bûyerên li bajarê wî qewimî wê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bibûya gerîlayê pêşeng ê operasyonên şoreşgerî. Ji ber vê jî xwe ji ti karê serketina operasyonan neda alî. Carna kedkarekî erzaq û cebilxaneyan bû, carna tevlî baskê êrişê yê çalakiyên bû, carna jî şervanek bû ku derba giran li dijmin dixist.

BÛ YÊ DESTPÊKÊ KU DERB LÊ XIST

Canşêr di 20’ê Mijdara 2023’an de tevî Fermandar Şehîd Hewrê Çiya bû gerîlayê herî bi lez ê li Girê Amediyê bi ser çeperên dagirkeran ve çû. Mîna ku gerekî dereng maye û dixwaze wezîfeya xwe êdî temam bike bi lez meşiya, çend saet beriya plansaziyê xwe gihand çeperan, di bin çeperên dijmin de neçar mabû li benda hevalan bisekine. Bi hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe de li ser çeperên dijmin reşand. Wê rojê li çeperên dagirkeran ên li Girê Amediyê bi dehan leşker hatibûn kuştin.

CAREKE DIN TEVLÎ BASKÊ ÊRIŞÊ BÛ

Di 12’ê Çileya 2024’an de di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûk de jî li baskê êrişê li refên herî pêş şer kir. Canşêr yek ji wan gerîlayan bû ku di nava berfê de şer kir, benzîn bi ser çeperên dijmin de rijand û şewitand. Beriya her çalakiyê xwe ji bo baskê êrişê pêşniyar dikir.

MÎNA HER CARÊ LI PÊŞ BÛ, BI TENÊ BÛ

Li Qada Berxwedanê ya Girê Aamediyê di 19’ê Adara 2024’an de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok hate lidarxistin. Gerîlayan ji gelek baskan ve dor li dagirkeran pêçandin û çeperên dagirkeran yek bi yek xistin. Canşêr careke din li refên herî pêş bû, li nêzî çeperên dagirkeran bi ser leşkeran ve diçû. Mîna her carê li pêş bû, tevî hişyariyan jî bû yek ji wan gerîlayan ku di dema çalakiyê de bi tena serê xwe bi ser dagirkeran ve diçû. Tevî ku hevalên wî timî jê re digot, ‘Canşêr tenê neçe, Canşêr xwe biparêze’ kesî nikarîbû wî bisekinîne. Ne ji ber acemîtiya di gerîlatiyê de, lê ji bo parastina hevrêyên xwe dilezand û bi tena serê xwe bi ser leşkeran ve diçû. Mîna hevalê Serxwebûn ku bi înîsiyatîfa xwe di kêliya herî giran a çalakiya Girê Amediyê de çalakiya fedaî pêk anî.

DI TEMENÊ XWE YÊ CIWAN DE TEVLÎ GELEK ŞERAN BÛ

Gotina ‘Heta dilopa xwe ya dawî, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû’ dibe ku herî zêde li Canşêr bê. Ev gotin bi şênberî herî zêde Canşêr pênase dike. Naxwe mirovek di 20 saliya xwe de çiqasî dikare tevlî şer bibe? Di temenê xwe yê ciwantiyê de mohra xwe danî binê gelek serketinan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Milîsên HBDH Mehmet Ayvalıtaş; “Li 3 bajaran Li Dijî neheqiya qeyumê me çalakî li dar xist!”

Nivîsa Pêş

Ji Însiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çalakî

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ji Însiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çalakî

Ji Însiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran çalakî

Li dijî tecrîda li Îmraliyê serlêdana ‘çalakiya lezgîn’ li Neteweyên Yekbûyî hate kirin

Li dijî tecrîda li Îmraliyê serlêdana 'çalakiya lezgîn' li Neteweyên Yekbûyî hate kirin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.